AMED / STENBOL – Li Amedê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan 2 name ji CPT û Meclisa Tirkiyeyê re name şandin. Li 11 navçeyên Stenbolê jî ji CPT û Wezareta Dadê re daxwazname hat şandin. Di van çalakiyan de wiha hat gotin: “Li dora Birêz Ocalan bibin xelek û azadiya Ocalan azadiya me ye.”
HDP, KCD, DBP û TJA'yê bi boneya agahî ji tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin û balê bikişînin ser tecrîdê ji CPT, Meclisa Tirkiyeyê û Wezareta Dadê re name şandin. Girseya li ber Şaxa PTT’ê ya Ofîsa Amedê kom bû daxuyanî dan çapemeniyê.
‘ÇIMA HIKUMET BÊDENG E?’
Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca axivî û ev tişt got: “Birêz di nava pêvajoya şer de got ‘Dewlet amade be em dikarin di 6 mehan de vê pirsgirêkê çareser bikin.’ Çima hikumetê bersiva vê yekê neda? Her roj mirin zêde dibin. Ji bo avek li vî agirî bê kirin, pêvajoya aştiyê dest pê bike û agahî ji Birêz Ocalan bê standin çima hêj hikumet bêdeng e?”
‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN’
Uca bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û wiha dewam kir: “Birêz Ocalan vîna bi milyonan kesan e. Divê her kes hesasiyeta civakê, rol û misyona Ocalan baş bixwîne. Di şexsê Birêz Ocalan de vîna bi milyonan kesî di bin tecrîdê de ye. Em ê li vê rewşê temaşe nekin."
Uca bang li CPT û Wezareta Dadê jî kir ku berpirsyariya xwe bînin cih û wiha pê de çû: “Çi li Îmraliyê diqewime? Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Mifteya aştî û çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye. Pêwîst e demil dest hevdîtin pêk werin û gelê kurd bê agahdarkirin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê 2 hezar name ji CPT, Meclisa Tirkiyê û Wezareta Dadê re şand.
LI 11 NAVÇEYÊN STENBOLÊ JI BO OCALAN DAXWAZNAME
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê jî bi heman armancê di çarçoveya çalakiyên 1-12’ê mijdarê de dê pêk bên li 11 navçeyan bi awayek hemwext daxwazname ji CPT û Wezareta Dadê re şandin. Ji navçeyên Esenyurt, Silîvrî, Buyukçekmece, Arnavutkoy, Avcilar, Beylîkduzu, Bagcilar, Gungoren, Bahçelîevler, Bakirkoy, Kuçukkçekmece û Başakşehîr bi sedan daxwazname li PTT’iyan hatin şandin.
'LI DORÊ DORA OCALAN BIBIN XELEK’
Li navçeya Esenyurtê li PTT’a Navendî ji CPT û Wezareta Dadê re daxwazname hatin şandin. Piştî daxwazname hatin şandin Hevserokê Rêxistina HDP’a Esenyurtê Îlyas Demîr axivî û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên me bidomin. Divê her kes li dora Ocalan bibe xelek û azadiya wî wek azadiya xwe bibîne. Ji bo tecrîd bi dawî bibe em van daxwanameyan ji CPT û Wezareta Dadê re dişinin.”