ENQERE - Şaxa ÎHD'a Enqereyê, bi raporekê bal kişand ser girtîgehên li herêma Anatolyaya Navîn û aşkera kir ku hejmara girtiyan ji rêjeya girtîgehan gelekê zêdetir e, di serî de girtiyên nexweş, mafê gelek girtiyan tê binpêkirin.
Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di asta herî roj de ne. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi rapora 9 mehan bal kişand ser girtîgehên li herêma Anatolyaya Navîn û yek bi yek binpêkirinên mafan rêz kir.
Rapora ku xwe dispêre agahiyên parêzer, girtî û malbatan, ji lêgerîna tazî bigire, heta astengkirina mafên ragihandinê, ji derbankirina bi kelepçekî bigire gelek binpêkirinên mafan xwe didin der.
JI RÊJEYA XWE ZÊDETIR KES TÊN GIRTIN
Rêvebera Şaxa ÎHD'a Enqereyê Nuray Çevîrmen, destnîşan kir ku rêjeya girtîgehan îro 207 hezar û 339 e, di mehacotmehê pêve hejmara girtiyan derketiye 229 hezar û 790 kesî û wiha got: "Tenê di navbera saên 2012 û 2017'an de hejmara girtiyan 93 û 760 bû. Ev hejmara zêde jî dide nîşan ku welat veguherandine girtîgeheke servekirî."
Çevîrmen bi rêya rapor bal kişand ser binpêkirinên mafan û piştrast kir ku li girtîgehan lêgerîna tazî, di dema muaneyê de dest kelepçekirî, nedana pirtûk û kovaran, di rêza leşkerî de hejmar girtin, rengê cilan qedexe kirin, nedana name û postayên din berdewam dike.
Çevîrmen aşkera kir ku raporên tenduristiyê û encamên tahliyan nadin wan jî nadin wan û binpêkirinên mafan wiha rêz kir: "Daxwaza rojname û televîzyonê tê redkirin, dixwazin di maşîneyên ku hucreyên wan yek kesin de wan bibin û bînin, cihê hewa standinê deriyên wan dereng tên vekirin û zû tên girtin, dereng dibin revîrê an jî dernaxin, sewqa nexweşxaneyan dereng dikin an jî qet nakin, dixwazin parastinên girtiyan bi rêya SEGBÎS'ê bigirin û nebirina dadgehê, dema hevdîtina ziyaretan kêm kirin, aktîvîteyên civakî û sohbet ji holê hatine rakirin, ferzkirina cilên yek reng û gelek binpêkirinên mafan û hwd. li girtîgehan dewam dike."