ÎDIR - Der barê Hevserokê DBP’ê yê bajêr Ufuk Demîr de bi îdîaya “Heqaret li serokomar kiriye” doz hat vikirin.
Der barê Hevarokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Îdirê Ufuk Demîr bi îdîaya “Heqaret li serokomar kiriye” doz hat vekirin. Di doza hat vekirin de hincetên parvekirinên Facebook ên “Kujerê van zarokên me kujerin, xwînê dirijîn in û xwîn vedixwin” û videoya “Ez bi Erdogan re hevdîtin nakim ji ber ku ew kujerê zarokên me ne” hat nîşandan. Ji bo Demîr ji salekê heya 4 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Demîr dê di 6’ê Sibata 2018’an de derbikeve pêşberî Dadgeha Cezayê Eslî yê Îdirê.
Di rojên derbas bûyî de jî ji ber parvekirinên medyaya civakî doz derbarê Demîr de hat vekirin.