STENBOL - Rojek berê di deryaya Şîleyê de keştiyek noqî avê bûbû û 11 kes winda bûbûn, hat gotin ku cenzeyê 3 kesan hatine dîtin.
Rojek berê di deryaya Şîleyê ya Stenbolê de keştiyek noqî avê bûbû û lêgerîna ji bo 11 kesan hat destpêkirin didome, hat diyarkirin cenazeyê 3 kesan hatiye dîtin. Li gorî agahiyan lêgerîna 8 kesan hêj dewam dike. Keştiya kargoyê ya bi navê Bîlal Bal ji Eregliya Stenbolê rojek berê diçû Şîleyê û ji radarê winda bûbû. Piştre hatibû gotin ku keştî noqî avê bûye.
Der barê kesên di keştiyê de jî agahî hatibû dayîn û hat piştrastkirin ku di keştiyê de kaptan, kaptanê duyemîn, serendezyar, 2 makînîst, 2 keştîvanên hoste, keştîvanek, 2 xebatkarên temîrê û karekrek û ji derveyê murettbatan kesek jî di keştiyê de bûye.