STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Xwişk û Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevditin pêk bînin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî bi heman armancê serledan kirin. Birayê girtî Hamîli Yildirim Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka girtî Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.