AMED - Dozgerê Amedê, lêpirsîna komkujiya 5'ê Hezîranê ya di mîtînga HDP’ê ya li Qada Îstasyonê pêk hat temak kir. Dozger îdîaname pêşkêşî 14'emîn Asliye Ceza kir û xwest 5 midûrên polisan, 3 komiser û 6 polis bi sedema "Erka xwe xwerab pêk anîne" ji 3 mehan heta salekê ceza bê birîn. Dozger diyar kir ki ber polîsan karê xwe îhmal kiriye rê li pêş êrîşê vebûye.
Di ser komkujiya 5'ê Hezîranê ya 2015'an a li Qada Îstasyonê ya li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat re 2 sal û 5 meh derbas bû. Dozgerê Komarê yê Amedê îdîanameya têkildarî komkujiya ku ji aliyê endamên DAIŞ'ê ve pêk hat amade kir û pêşkêşî 14'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê kir. Di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdarî wê bûbûn de Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şehmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Ali Türkmen jiyana xwe ji dest dabûn û û zêdetirê 400 welatî jî birîndar bûn.
Berpirsyarê komkujiyê Orhan Gonder piştî çend rojan li Dîlokê hat girtin. Gonder 6 mehan di nava DAÎŞ'ê de hat perwerdekirin û di 26'ê Gûlana 2015'an de derbasî Dîlokê bû û pişt re jî derbasê Amedê bû. Gonder li Amedê li otelekê bi cih bû û ji bo pirsgirêkên leşkerî hat binçavkirin û hat berdan. Gonder hat berdan lê piştî çend mehan ji bo komkujiya 5'ê Hezîranê hat girtin. Li ser girtina Gonder derket holê ku giliya ku malbata wî kirî di UYAP'ê de li ser birayê wî Engîn Gonder tê nivîsandin.
ÎDIANAME PIŞTÎ 11 MEHAN, DOZ PIŞTÎ 17 MEHAN
Serdozgeriya Amedê ya ku piştî komkujiyê lêpirsîn da destpê kirin piştî 11 mehan îdianame amade kir û pêşkeşî dadê kir. Dadê jî îdîaname qebûl kir lê bi sedema ewlehiyê doz neqil kir. Di îdianame de ji bo 5 berpirsyarên komkujiyê Orhan Gonder, Îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Kilinç, Bûrhan Gok û Îlhamî Bali 5 caran mûebbeta giran û heta 6 hezar û 318 sal cezaya hepsê hat xwestin. Her 4 berpirsyar di îfadeya dozgeriyê de komkujiyê girtin ser xwe.
Dozgerê komarê piştre der barê polîsên têkildarî endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder de erka xwe pêk neanîne doz vekir. Dozger piştî komkujiyê 28 meh şûnde îdîaname amade kir û pêşkêşî 14'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê kir. Dadgehê jî îdîaname qebûl kir. Dozger di îdîanameyê de der barê polîsên bi navê A.T., A.D., A.K., D.U., F.D., H.Y., , H.Y., .K.A., K.K., M.S., M.A.C., M.Y.O., M.D. û M.İ.B. yên li qada teqîn pêk hat bi sucdariya “Erka xwe xerab pêk anîne" xwest her yek di navbera 3 meh û salekê de bên cezakirin.
Dozger di îdîanameyê de 10 kes wekî muştekî (gilîdar) nîşan da. Dozger di îdîanameyê de paşnavê berpirsiyarê teqîna 5'ê Heziranê yê sereke Orhan Gonder wekî “Önder” nivîsand.
Berê hat xwestin ku der barê polisan de lêpirsîn bê vekirin. Lijneya Îdarî ya Bajar a Walîtiya Amedê di 30'ê Tîrmeha 2015'an de bi hêjmara 2015/94 'an destûr dabû ku der barê polis de lêpirsîn bê vekirin. Lê Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Amedê destûra lêpirsînê red kiribû.
DER BARÊ 5 POLÎSAN DE BIRYARA BÊ ŞOPANDINÊ'
Dozger di idîanameyê de xwest darizandina polîsan bê kirin û polîs cuda cuda bên cezakirin. Di îdîanamyê de hat diyar kirin ku der barê Cîgirê Midûrê Polîsan ê Amedê Î.B., Wekîle Midûrê Şaxa Asayişê N.Y., Amîrê Buroya Şexsan M.Y.O., Cîgirê Midûrê Şaxa Asayişê D.U. û polîs B.K., pêdivî bi sucdariya “erka xwe xerab pêk anîye" nîne da."
MA / Denîz Tekîn