RIHA – Li Rihayê pîşeya kevnare rîşik ya berê porbenkên jinan, raht û rîşên qeytanan çê dikir, ji aliyê Emîn Gungor ve hîn jî jîndar e.
Li Rihayê pîşeya rîşikê ya bi destan benikan ba dide, niha li ber tunebûyînê ye. Yek ji hosteyên dawîn ê qezayiyê Emîn Gungor e û li navçeya navendî Eyûbiyeyê li Mizgefta Rizvaniyeyê dimîne. Gungor, dest nîşan kir ku berê qezazî pîşeyekî sereke bû. Gungor got ku gelê herêmê berê zêde rîş bi kar dianîn, lê belê niha eleqeya ji bo rîşan hema bêje nemaye û êdî qezaz jî nikarin rîşan bifiroşin.
'ÊDÎ QÎMETA WÊ NE WEK A BERÊ YE’
Gungorê 50 salî got ku wî di 7 saliya xwe de dest bi qezaziyê kiriye û berê ev pîşe ji zirkerî û gelek pîşeyên din biqîmetir bû. Gungor, anî ziman ku ji hosteyên berê ew hînî vî karî bûye û ev tişt gotin: “Hînbûna me ya vî pîşeyî hinekî cuda bû. Hosteyê me nedigot were vî tiştî bike. Dema hosteyê me diçû lawaboyê, em jî demildest diçûn ser dezge û tiştên em hîn bûbûn me dikir. Paşê ji bo hosteyê me nebîne, tiştê me çê dikir dubare me vedireşand. Rojekê hayê min jê tune bû ku hosteyê min ji lawaboyê hatiye. Hat tiştên ku min çê kiribûn dîtin. Dema ji min pirsî ‘te ev çê kirine’, tirsiyam. Min got, belê min çê kiriye. Wî jî ne got xerab e û neverişand. Paşê hînî cureyên wan bûm. Porbenik, raht, rîşên qeytanan û hwd.”
JIN BÊYÎ RÎŞ DERNEDIKETINE DERVE
Gungor got ku armanca wî jîndarkirina vî karî ye. Gungor anî ziman ku her herêm heman rîş bi kar nedianî û wiha got: “Li aliyê Kaniya Xezalan û Wêranşarê qeytanên bireng dihatin bikaranîn. Hêla Pirsûsê jî xişrên ku em ji wan re dibêjin rahter bi kar adianîn. Porbenik jî zaf dihatin bikaranîn. Jinên Licêya Amedê jî rîşên zazayî bi kar dianîn.” Gungor got ku di cejnan de jin bêyî rîş dernediketin derve. Gungor da zanîn ku her diçe eleqeya ji bo rîşan kêm dibe. Gungor got ku niha rîş ji aliyê komên folklorê ve û li malan wek xişran tên bikaranîn. Gungor diyar kir ku ji bo jîndarkirina qezaziyê û pîşeyên li ber tunebûyînê divê dewlet gavekê bavêje.