STENBOL - Parêzerê Odeya Mîmaran Can Atalay, betalkirina projeya li Tarlabaşiyê di bin navê “veguherandin bajêr” de bê çêkirin û hat betalkirin, nirxand û wiha got: “Ewil koçber dikin û piştre betal dikin. Ev ferzkirina tehcîrê ye."
Şaredariya Beyoglûyê û Înşaata GAP’ê ya girêdayî Koma Çalikê di sala 2007’an de di bin navê “veguherandina bajêr” li Tarlabaşiyê dest bi projeyekê kirin. Lê ev proje ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya 3’yemîn a Stenbolê ve hat betalkirin. Doza betalkirinê ji aliyê Şaxa Odeya Mîmaran a Buyukenta Stenbolê ve hat vekirin. Parêzerê Odeya Mîmaran Cana Atalay, dest nîşan kir ku doz di sala 2007’an de hatibû vekirin, lê belê piştî 10 salan şûnde encam daye, lê belê ev biryar biryareke derengmayî ye. Atalay, anî ziman ku ev tax di warê mîmariya sivîl de yek ji taxên herî girîng a Stenbolê ye, lê belê tax hatiye tasfiyekirin.
Atalay wiha got: "Mirov ji semtê derxistin, avahî hatin valakirin. Li wir bi darê zorê mirov tehliyekirin. Dadgehê ev tişt nenirxandin. Lê belê encama betalkirinê da. Dikarim vî tiştî bibêjim; rewşa ku xwe li wir da der tehcîr e. Bi taybetî ez têgeha tehcîrê tercih dikim.”
Atalay, dest nîşan kir ku Koma Çalikê ku hemû derfetên dewletê xistiye destê xwe bi darê zorê welatî qanih kiriye û wan tirsandiye. Atalay, diyar kir ku kesê vê yekê dikin divê bên darizandin. Atalay, got ku şîrketeke ku hemû derfetên dewletê xistiye bin destê xwe kurdên koçî Tarlabaşiyê bûne, LGBT’yiyên li wir hêwirîne, xizanên ku bi garsoniyê debara xwe dikin û li wir bi cih bûne tirsandiye û ji wir derxistiye. Atalay, dest nîşan kir ku ev yek qet nay qebûlkirin.
Atalay, dest nîşan kir ku ya ku divê ji niha û pê ve bê kirin ew e ku, divê Tarlabaşi bi bedewiya xwe ya berê û mirovên xwe yê berê ji nû ve bê vejandin. Atalay, diyar kir ku ew ê di rojên pêş de biryara hatiye dayîn binirxînin û ji bo biryara betalkirinê bê sepandin, çi ji destê wan bê ew ê bikin.