AMED - Li Amedê polîsan di saet 06.00'an de bi ser malan de girtin û dengê çekan li malê bilind bû. Di şer de polîsek û kesekê di malê de jiyana xwe ji dest dan û 9 polîs jî birîndar bûn.
Li Kolana Sitki Goral a taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser avahiyekê de girt. Di serdegirtina malê de dengê çekan bilind bû. Polîsan herêm dorpêç kir û şerê rû da heya demekê dirêj kir.
Hat zanîn ku di pevçûnê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û 9 polîs jî birîndar bûn. Har aşkerakirin ku kesekî di malê de jî jiyana xwe ji dest daye. Di saetên sibehê de gelek ambulansa şandin taxê, mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li taxê dorpêçkirin û tevgera helîkopterê heta demek dirêj dewam kir.
Waliyê Amedê der barê şerê li taxê de agahî da û destnîşan kir ku li avçeya Peyasê li dijî avahiya ku endamên PKK'ê lê bûn, operasyon hatiye destpêkirin. Walî da zanîn ku PKK'iyan bombeya dest avêtiye polîsan û 10 polîs birîndar bûne, polîsên ku rakirine nexweşxaneyê rewşa yekî ji wan giran bûye û ruxmê hemû hewldanan jî nehatiye xilaskirin. Walî destnîşan kir ku endamekî YPS/PKK'ê jî jiyana xwe ji dest daye.