AMED – Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin nûneran hikûmetê dawî li tecrîdê bînin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin didome. Ji her derdorên civakê kes bertek nîşanî tecrîdê didin. Rêxistinên civaka sivîl jî balê kişandin ser tecrîdê û xwestin demildest dev ji tecrîdê bê berdan. Berdevkê Plarforma Şaxên KESK’ê yên Amedê Bedirhan Çetînkaya, anî ziman ku di nezda gelên Rojhilata Navîn de Ocalan navekî girîng e û hevdîtina bi Îmraliyê re hatiye îspatkirin ku Rêberê PKK’ê riya aştiyê ye.
‘HER KU HIKÛMET TENGIJIYE ÇÛYE ÎMRALIYÊ’
Çetînkaya, dest nîşan kir ku li welat hemû îktîdarên tengijîne serî li Îmraliyê dane û ev tişt gotin: “Dema rayedarên hikûmetê ditengijin demildest diçin Îmraliyê. Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin divê tevî heyeteke sêyemîn a çavdêr rola xwe bilîze. Bi awayekî zêde şik û gumanên civakê hene. Li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin. Di civakê de tansiyon û guman zêde dibin. Ji bo ev rageşî zêde nebe û aloziya li civakê kûr nebe, em li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê bang li hikûmetê dikin ku dawî li tecrîdê bînin.”
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatun jî, diyar kir ku hemû pêşbîniyên Rêberê PKK’ê yên der barê şerê li Rojhilata Navîn derketin holê, di vê nêvengê de tecrîdkirina wî wê rageşiyê zêde bike. Hatûn dest nîşan kir ku Ocalan hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike û wiha got: “Tecrîdkirina pêşengekî wisa, xeyrî exlqî ye. Heke tecrîd bidome bi taybetî dê di nezda gelê kurd de bertekên mezin derkevin holê. Em di nav gel de ne. Êdî ev bertek hatine asteke ku nayên tepisandin.”
Hatûn, wek rêxistineke civaka sivîl di warê tecrîdê de hikûmetê hişyar kir û wiha got: “An jê dê rewşên ku tevdîra wan nayên girtin xwe bidin der.”
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî, bi bîr xist ku hem di huqûqa navxweyî hem jî di ya navnetewî de tecrîd sepandineke qedexe ye û divê dawî li vê sepandinê bê. Bilicî diyar kir ku heke tecrîd bidome, dê di civakê de rageşî xwe bidin der. Bilici got ku der barê tecrîdê de gelek kes serî li ÎHD’ê didin û wiha domand: “Malbata wî, parêzerên wî û gelek derdor serî li komeleya me didin û dixwazin agahiyan ji Abdullah Ocalan wergirin. Divê şik û gumanên van mirovan esas bên girtin. Ji dêvla rageşî xwe bide der, divê hikûmet rê li ber vê rageşiyê bigire. Di vî warî de mewzûata qanûnî çi bivê, divê ew bi cih bê. We li gor wê şikil daye qanûna xwe. Peymanên navnetewî yên we îmze kirine vê yekê li we qedexe dike.”