STENBOL – Endamê “Koma Aştiyê ya Yekemîn” Seydî Firat ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, balê kişand ser qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re û wiha got: “Bi vê yekê gelê kurd tê cezakirin.”
Bertekên li hemberî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re her diçin zêde dibin. Ji bo pirsgirêka kurd di çarçoveyeke aştiyane de bê çareserkirin Ocalan bang kiribû û di 1’ê Cotmeha 1999’an de “Koma Aştiyê ya Yekemîn” ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê. Yek ji endamên vê komê Seydî Firat balê kişand ser rewşa Ocalan. Firat wiha got: “Tecrîd rê li ber aştiyê digire.”
Firat, dest nîşan kir ku polîtîkayeke tecrîda giran tê meşandin û ev tişt gotin: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê sepandin, li tu deverê cîhanê mînaka wê tune ye. Ev tecrîd derhuqûqî û derqanûnî ye. Ne di huqûqa netewî ne jî di ya navnetewî de cihê wê tune ye.” Firat got ku ne mumkun e ku wijdanê mirovan vê tecrîdê wek tiştekî normal bibîne û qebûl bike. Firat, diyar kir ku tişta tê kirin kêfî ye û wiha axivî: “Bi vê yekê gel, civaka kurd tê cezakirin. Ji ber vê ev yek xistin dewrê. Di asasê xwe de ev yek nêzîkbûna wan a ji bo pirsgirêka kurd nîşan dide. Ev nêzîkatiyeke li dijî gelê kurd, nirxên demokratîk e.”
‘DU LINGÊN TECRÎDÊ HENE’
Firat, diyar kir ku du lingên tecrîdê hene û wiha domand: “Ji destpêkê heta niha du lingên pêkanînên li dijî Birêz Ocalan tên sepandin hene. Yek jê dînamîka hundurîn, a din jî dînamîka navnetewî ye. Ev her du dînamîk hevdu têr dikin û piştevaniya hevdu dikin. Her du jî dem bi dem di noqteyeke hevpar de tên gel hev û vê yekê dixin dewrê. Tewra CPT’yê jî hinekî wisa ye.”
Firat ku got dewlet hewl dide pirsgirêkê kûrtir bike ev tişt gotin: “Ji bo pirsgirkê ji çareseriyeke aştiyane, demokratîk dûr bixin aloziyê li nêvengê peyda dikin û tecrîda li ser Birêz Ocalan kûrtir dikin. Ji bo dewletê wateya polîtîkaya tecrîdê çî ye? Bi vê yanî dibêje ‘Ez ne alîgirê çareseriyê me. A rast ez alîgirê neçareserkirina pirsgirêkê me. Alîgirê berdewamiya neçareseriyê me.’”
Firat, balê kişand ser nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Di şert û mercên wisa de helbet gotin, nirxandin û nêzîkatiyên polîtîk ên Birêz Ocalan pir girîng in. Wê ji bo gelê herêmê, gelê Tirkiyeyê û kurd nêzîkatiyeke zaf girîng nîşan bide. Wê ev yek bêhna herêmê derxîne, wê herêmê ronî bike, wê herêmê ji tarîtiyê xelas bike. Bernameyek wisa aştiyane ya tu hêzî tune ye.”
‘ARMANC ASTENGKIRINA PROJEYA WÎ YE’
Firat israrên Ocalan ên ji bo aştiyê bi bîr xistin û wiha got: “Projeyên aştiyê yên Birêz Ocalan projeyên ku aştiyê, pêşerojê, hêviyê hembêz dikin. Projeke wek vê tune ye. Gelekî girîng e. Hemû astengiyên di vî warî de di asasê xwe de astengkirina vê ye. Ev polîtîka çareseriyê peyda nakin. Wê her kesî ber bi aloziyê ve bibin. Neyta van hêzan çi dibe bila bibe, lê polîtîkayên wan zaf talûke ne.”
Firat geşedanên beriya 5’ê Nîsana 2015’an û piştî wê berawirdî hevdu kirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê dîmena beriya 5’ê Nîsanê bi her awayî mirovan serbilind û hêzdartir dikir. Lê belê rewşa niha, bêîstikrariya niha, antîdemokratiya niha li gel mirovan hêvî nehiştiye.”
Firat, anî ziman ku hêzên Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, di heman demê de berpirsiyarên vê pêvajoyê ne. Firat got ku divê bi awayekî hêzdartir xwedî li Ocalan bê derketin, heke xwedîderketin tune be dê rewşa heyî bidome.
MA/Sadiye Eser