ŞIRNEX- Malbatên Roboskê di hefteya 305'an de hatin gel hev û lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbatan, diyar kirin ku teraziya edaletê ya dewletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû.
Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê de êrîşa hewayî pêk hat de 34 welatiyên gund hatin qetilkirin. Malbatên Roboskê di hefteya 305’an de li ser gorên xizmên xwe kom bûn û wêneyên kesên hatin qetilkirin rakirin. Li ser navê malbatên li edaletê digirin Welî Encu daxuyanî da.
‘BI PAKBÛN NEBE, EDALET JÎ NABE’
Encu, diyar kir ku berpirsên komkujiyê, xwe ji bûyerê pak dikin û wiha axivî: “Teraziya edaleta dewletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû. Heya ku pakbûna nebe, edalet û aştî nabe. Divê ev şerê heyî demildest bi dawî bibe. Şerê 35 salin didome, bi tank, top û çekan çareser nabe, enxec bi muzakeryan çareser bibe”
‘EM Ê DERBEYA 4’Ê MIJDARÊ TU ÇARÎ JI BÎR NEKIN’
Encu, da zanîn ku di 4’ê Mijdara 2016’an de parlamentere HDP’ê hatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê ev pêvajo tim di rûpelên dîrokê de cih bigirin. Ev derbeya ku li edalet, hiqûq û demokrasiyê hat xistin, em ê tu carî ji bîr nekin. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe ya edaletê bidomîn in.”