NAVENDA NÛÇEYAN - Tora medya civakî ya Twitterê, hesabê fermî yê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir.
Hesabê ANF’ê yê Twitterê ku bi slogana "Navenda nûçeyên rast, hesabê fermî yê ANF'ê" demeke dirêj e weşanê dike, li Tirkiyeyê hate astengkirin. Hat zanîn ku Twitter, bêyî ku hincetekê nîşan bide hesabê ANF'ê yê Twitterê li Tirkiyeyê asteng kiriye.
Beriya niha jî malpera ANF’ê li Tirkiyê hatibû astengkirin û hêj malper astengkirî ye.