ERDEXAN – Li navenda Erdexan, gundên Hoçuvan ên giredayî navendê û navçeya Golê hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û rêveber hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîs û leşkeran li navenda Erdexan, gundên Hoçuvan ên bi ser navendê ve û li navçeya Golê serê sibê bi ser malên rêveberên HDP’ê û DBP’ê de girtin. Di nav de ku hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyê hene 10 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de Hevserokê HDP’a Erdexanê Ozcan Yilmaz, Hevserokê DBP’a Erdexanê Mîkaîl Çît, Hevserokê HDP’ê Guney Kaya, Alîkarê Hevserokê HDP’a Bajêr Cengîz Kanmaz, rêveberê berê yê HDP’a Bajêr Bahattîn Akturk, welatî Coşkun û Zekî Yenî, Akîf Kanmaz û Yasîn Yilmaz hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku ji yên hatin binçavkirin Yasîn Yilmaz bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” û 9 kesên din jî bi îdîaya “Di rêxstina KCK’ê ya bajêr de cih girtine” hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Erdexanê.