Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 13:57 2 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo balê bikişînin ser tecrîd û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gelek bajaran çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Dayikan gotin "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye" û xwestin deriyê Îmraliyê bê vekirin.

Dayikên Aştiyê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, bi awayekê hem wext li gelek bajaran dest bi greva birçîbûnê kirin. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li Unkapaniyê di hin avahiyan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikan li salonê pankarta "Em ê ji bo tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan ranewestin" vekirin. Dê çalakiya greva birçîbûnê ya dayikan 3 rojan dewam bike.
 
'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Yek jî Dayika Aştiyê Ezîne Dal der barê çalakiya xwe de axivî, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan îro nehatiye destpêkirin, 18 sal e tecrîd dewam dike. Dal aşkera kir ku Ocalan vîna gelê kurd e û wiha axivî: "Ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê me, li ser hemû gelê kurd tê meşandin." Dal bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya di 11'ê Îlona 2016'an de li Amedê hat destpêkirin jî û anî ziman ku ji wê rojê ve ew agahiyê ji Rêbertiya xwe nagirin û ev tişt got: "Em dixwazin bi Rêberê me re hevdîtin pêk bê. Heta Rêbertî azad nebe dê gel jî negihêje azadiya xwe."
 
AMED: BI TECRÎDÊ HÛN NAÇIN CIHEKÊ
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê jî ji bo tecrîda li ser Ocalan û zextên li girtîgehan şermezar bikin, 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakî li avahiya Meclisa Dayikên Aştiyê dewam dike û Hevserokê DBP'ê Mehmet Aslan, Hevserokê DBP'a Amedê Rûken akça çûn serdana wan. Li ser navê dayikan Nafiye Yîgît daxuyanî da û ev tişt anî ziman: "Em dayik in û dilê me dişewite. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyê zarokên me derkeve. Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, divê Wezareta Edaletê û hikumet gavan bavêjin. Bi tecrîdê hûnê xwe negihênin cihekê."
 
ARSLAN: GELÊ KURD Û DOSTÊN WAN BI FIKARIN 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, diyar kir ku nûçeyên têkildarî  Ocalan ên di medyayê de derketin, gelê kurd û dostên wan kirin nava fikaran. Arslan, da zanîn ku hikûmet di pêkanîna tecrîtê ya qirêj a li ser Ocalan didem meşandin de bi israre û wiha axivî: “Greva Dayîkên Aştiyê û li qadên din ji bo hişyariya hikûmetêye. Hikûmeta AKP’ê bi tecrîtê dixwaze gelên li Tirkiyeyê bi hev bide şerkirin.”  
 
ÊLIH: DAXWAZNAME ŞANDIN JI WEZÎRÊ DADÊ RE
 
Meclisa Dayîkên Aştiyê yên Êlihê jî bi daxuyaniyekê dest bi greva birçîbûnê kir. Dayîkan, bang li hikûmetê kir ku destûr bide hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Ocalan re. Dayîkan, diyar kir ku divê demildest CPT biçe hevdîna Ocalan. Piştî axaftinê, dayîkan bi lêxistina çepikan daxuyaniya xwe bi dawî kirin. 
Di heman demê de rêveberên HDP’a Êlihê jî, têkildarî pêkanîna tecrîtê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazname şandin ji Serdozgeriya Komarê ya Bursa û Wezîrê Dadê re. 
 
WAN: EM Ê TECRÎTÊ BIŞKÎN IN 
 
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wan jî, ji bo bi dawî anîna tecrîta li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Greva birçîbûnê li avahiya DBP’a Wan pêk hat û pankata “Dê tecrît winda bike, azadî qezenc bike” daliqandin. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê parlamenter Nadîr Yildirim, endamên MYK, Heverokên HDP û BDP’ê yên Wanê û gelek dayîk piştgirî daN.    
 
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Kewê Işik, diyar kir ku bi salane Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin û wiha axivî: “Ev yek bê edaletiye. Tu hiqûqa vê yekê nîne. Me li her derê dest bi greva birçîbûnê kir. Dewlet bêdengiya xwe diparê. Dê greva me ya birçîbûnê tecrîtê bişikîne. Divê demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û deriye Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.”  
 
Piştî axaftinan, dayîkan bi berzkirin tilîlî û lêxistina çepikan dest i greva birçîbûnê kir. 
 
 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye