AMED - Dê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Semahat Tuncel, Wekîla HDP'ê Selma Irmak û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, sibê derkevin pêşberî dozger. Ruxmê hemû daxwazan jî siyasetmedar neanîn dadgehê û ji her sê siyasetmedarên jin re bi giştî 470 sal ceza tê xwestin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, dê sibê li Amed û Meletiyê derkevin peşberî dadger. Kişanak û Tuncel ên ji dozên cuda tên girtin, 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dosyayên wan kir yek. Dozên Kişanak û Tuncel ji ber "ewlehiyê" neqlî Meletiyê hat kirin, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin. Heta niha 3 caran doz hatin dîtin, ruxmê daxwaza Tuncel û Kişanak jî ew neanîn dadgehê.
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, li 5'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin. Li bendê ye sibê di doza Irmak de sibê biryar bê dayîn.
JI KIŞANAK RE 230 SAL CEZA TÊ XWESTIN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak qasî salekê ye li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin. Bi hinceta Kişanak di navbera salên 2012 û 2016'an de tev li daxuyaniyan bûne, tev li merasîmên cenazeyan û civînên KCD'ê bûye, ji "Rêveberiya rêxistinê û avakirina rêxistinê" tê darizandin. Tê gotin ku Kişanak 41 caran "Propagandaya rêxistinê kiriye" bi giştî 230 sal ceza ji Kişanak re tê xwestin.
JI TUNCEL RE 135 SAL CEZA TÊ XWESTIN
Tevlêbûna Tuncel a daxuyanî, axaftinên wê yên Meclisa Partiyê ya DBP'ê de û tevlêbûna wê ya civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hemû sûc hatin dîtin û bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" 135 sal ceza ji Tuncel re tê xwestin.
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî di 4'ê Mijdara 2016'an de li Colemêrgê hatibû binçavkirin û ew avêtibûn Girtîgeha Sîlîvriyê. Ji Irmak re 105 salan ceza tê xwestin. Dê di doza Irmak de îro biryar bê dayîn.