ENQERE - Waliyê Enqereyê li tevahiya bajarê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin.
Waliyê Enqereyê li tevahiya Enqereyê 3 mehên din çalakiyên wekî daxuyanî û xwepêşandan qedexe kir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li tevahiya Enqereyê li park û baxçeyan û qadên vekirî ji 1'ê Mijdara 2017'an heta 3 mehên din çalakî û daxuyanî qedexe kirine.