COLEMÊRG – Rêxistinên rojnamegeran diyar kirin ku angaştnameya der barê rojnameger Nedîm Turfent ê ku nehat berdan bi beyanên şahidan pûç hat derxistin û banga beşdariya dozê ya di 17’ê mijdarê de bê dîtin kirin.
Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ê ku 22 sal û nîv jê re ceza tê xwestin û girtî tê darizandin di runiştina dozê ya 3’êmîn de jî nehat berdan. Nûnerên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral û Berdevkê Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan ku doza Turfent şopandin nirxandin.
Oral bibîr xist ku Turfeng di dema herî dijwar de li herêmê rojnamegeriyê kiriye û rêgeza rojnamegeriyê jî ew e ku di dema herî dijwar de mirov rojnamgeriyê bike. Oral diyar kir ku ew ji doza destpêkê ve dadgehkirina Turfent dişopînin û got: “Em carek din bûn şahid ku kesên li ser Nedîm îfade dane di bin zext û îşkenceyê de îfade dane. Ev yek jî dide nîşandan ji serî heta binî angaştname pûç û vala derket. Parastina Nedîm ji rûniştina ewil bigire heta vê carê di cih de bû û seknek baş nîşan da. Her wiha Nedîm bi parêzerên xwe re parastina ku kir îşaretî azadiya çapemeniyê li Tirkiyê ketiye çi astê kir. Lê belê dadgehê ne parastina Nedîm û ne jî parastina parêzeran li ber çav negirt û daxwaza me ya berdanê pêk nehat.”
‘DIVÊ ROJNAMEGER BÊ GIRTIN BÊ DARIZANDIN’
Oral da zanîn ku ew di rûniştina doza bê de li benda tahliyê ne û wiha got: “Em wek sendîka di fikra ku hemû rojnameger bê girtin bên darizandin de ne. Di vî warî de Nedîm Turfent û hemû rojnameger divê bê girtin bên darizandin.”
'JI BER KU NEDÎM KIRINÊN POLÎSAN TEŞHÎR KIR’
Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî der barê doza Turfent de ev tişt got: “Polîsan hemû ne başiya li Geverê kiriye dixwaze biavêjin ser Nedîm. Ji ber ku kirinên polîsan ên li Geverê ji aliyê Nedîm ve hatin teşhîr kirin û bi raya giştî re parve kir. Nedîm rojnamegerek xelat girtî ye. Nûçeya Nedîm a ‘Hûnê hêza tirkan bibinînin’ li seranserî cîhanê hêjayî xelatê ye. Nedîm ji ber wêrekiya xwe ya rojnamegeriyê bûye hedefa polîsan. Îfadeyên 24 kesên di dosyeyê de wek pakêt amade kirine û van bi îşkenceyê îfade dane. Ji van şahidên axivîne 18 kesan diyar kir ku bi îşkenceyê îfade îmze kirine. Li gel vê yekê jî dadgeh Nedîm bernade. Em vê yekê hiqûqî nabînin û qebûl nakin.”
BANGA HESIYARIYA 17’Ê MIJDARÊ
Boltan banga beşdarî û xwedî derketina rûniştina doza 4’emîn a Turfent ku dê di 17’ê mijdarê de bê dîtin kir û got ku divê bi hestiyarike mezin saziyên rojnamegeran, rojnameger û saziyên din nêzikî doza Nedîm bibin.