COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê di navbera HPG'î û leşkeran de şer derket. Li gorî agahiyan 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Şer û pevçûnên li herêma Colemêrgê dijwar dibin. Hat diyarkirin ku li bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê, di saetên sibehê de şer derketiye, 2 jê cerdevan 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin leşkeran bi piştgiriya cerdevanan li gundê Çemê Seyîda operasyon daye destpêkirin, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşker-cerdevanan de şer derketiye. Di şer de cerdevanên bi navê Osman Yeşîl û Alattîn Tekîn û 6 leşker hatin kuştin, operasyona ku li herêmê dewam dike, cenaze jî li çoltarê tên rawestandin.
Li gorî agahiyan li herêmê gelek birîndar jî hene, tevgera helîkopteran û dengê çekan tê bihîstin. Çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku hejmara kuştî û birîndaran gelekî zêde ne.