ENQERE - Serokê Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan ya Meclîsê Mustafa Yeneroglu, randevûya Dayîkên Aştiyê ya xwestin têkildarî tecrîta li ser Ocalan hevdîtin bikin, îptal kir.
Serokê Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirkiye Mustafa Yeneroglu yê AKP’î, randevûya dabû Dayikên Aştiyên ên xwestin têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin bikin, îptal kir. Serokê Meclîsê, Dayîkên Aştiyê yên hatin Meclîsê paşve şandin.
Dayîkên Aştiyê yên ji bajarên cûda hatin Enqerê ji serokê komîsyonê randevu daxwaz kiribûn. Serok Yeneroglu ligel rendevû dabû jî di saeta randevûyê de got “Ez naxwazim hevdîtin bikim” û Dayîkên Aştiyê baş ve şand. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî Yeneroglu dan.
‘WELAT TALOKEYA SALÊN 90’Î DIJÎ’
Kerestecîoglu, diyar kir ku Dayîkên Aştiyê berî hefteyekê randevû xwestin û wiha axivî: “Ne gotin ji ber çi naxwazin hevdîtin bikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de û tecrît… Ev hemû di daxwaznameyê de hatibûn nivîsandin. Ocalan 945 rojin dibin tecrîtê deye. Gelo ev tecrî sûcê mirovahiyê ye, yan jî işkenceye? Ger ji ber vê yekê di girtîgehan de grevên birçîbûnê dest pê kiribin, ev tê wê wateyê, welat talokeya salên 1990’î dijî. Dayîkên Aştiyê xwestin vê yekê bînin ser ziman û daxwaza gorên zarokên xwe, hestiyên zarokên xwe bikirana.”
Kerestecîoglu, da zanîn ku Dayîkên Aştiyê bi salane li benda hestî û gorên zarokên û wiha got: “Hemû hevdîtinên çareseriya welat bi Ocalan re hatin kirin û ev hevdîtin bi desthilatdariyê re hatin kirin. Pêdiviya welat bi aştiyê heye. Dayîkên Aştiyê ji bo vê yekê xwestin hevdîtin bikin. Ger bi Serokê Komîsyona Mafê Mirovan re hevdîtin nekin, ma dê bi kê re bikin?”
‘HÛN MECBÛRIN ERKA XWE BI CIH BÎNIN’
Parlamenter Aycan Îrmez jî, diyar kir ku ev yek dide xuya kirin ku mudaxileyê serokê komîsyonê kirine û wiha axivî: “Mîna hemû tiştan ev der jî bi fermanan dixebite. Gelo tirsa Birêz Yeneroglu ji çiye? Di telefonê de bi min re axivî. Ligel ku em ev bêhiqûqî ji wî re ragihan jî, got ku ew pê re eleqedar nabe. Ev mijar raste rast we eleqedar dike. Ji ber ku hûn Serokê Komîsyona Mafê Mirovanin. Hûn mecbûrîn demildest erka xwe bi cih bîn in.”