ENQERE - Parlamenterên HDP'ê, ji bo lêpirsîn û berpirsiyarên êrîşa SÎHA ya Mehmet Temel tê de jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn, ji kar bên avêtin, pirsname pêşkêjî Meclîsê kirin. Serokê Meclîsê, ji ber ku îfadyên “Êrîşa li dijî sivîlan” a di pirsnameyê de “Qeba” û “Birîn dike” dît, pêşnûme red kir.
Di 31’ê Tebaxê de li gundê Talê yê Colemêrgê di êrîşa SÎHA de Mehemt Temel jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bûyer bê lêpirsîn û berpirs bên darizandin pirsname da Meclîsê. Serokê Meclisê îfadeyên di pirsnameyê de “Qeba” û “Birîn dike” dike dît û red kir. Êrîşa SÎHA’yê ku bi rojan di rojeva Tirkiyeyê de cih girt, welatiyên sivîl ên rastî êrîşê hatin bi belgeyan jî hatin aşkere kirin. Li ser vê yê 21 parlamenterên HDP’ê bi daxwaza bûyer bê lêpirsîn û bersûc bên darisandin pêşnûme pirs dan Serokê Meclîsê. Parlamenteran di pêşnûme pirsa di 29’ê Îlonê de pêşkêşî Meclîsê kirin de, xwestin ku bûyer bê ronîkirin û berpirs bên tespîtkirin.
GOTINA SIVÎLAN 'QEBA Û BIRÎN DIKE’ HAT DÎTIN
Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman di 30’ê Cotmehê de pêşnûme pirs îade kir. Di îadeya ji Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr re hat kirin de ev hincet hatin nîşandan: “Nivîsa li gorî madeya 67’an a Rêznameya Hundirîn a Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ku ji Serokatiyê re hat şandin de, ji bo ku di pêşnûme pirse de îfadeyên qeba û birîn dike, bên sererast kirin ji xwediyê wê re paşve bê şandin.”