ANTALYA - Azad Benek ê bi 5 kesan re li Antalyayê hat binçavkirin, dozger Ahmet Gurbuz bi lez û bez der barê wan de îdianame amade kir û got ku "(…) meteryalên dijîtalî yên li ser kesên bi fikar hatin bidestxistin, em rastî tu delîleke sûc nehatin, lê ev xebatên wan ên di nava PKK/KCK'ê de piştrast dike" û heta 15 salan cezayê girtîgehê ji welatiyan re tê xwestin.
Di 11'ê Tebaxê de polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê de girtibû, 11 kes hatibûn binçavkirin û 5 ji wan hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê yê Antalyayê Ahmet Gurbuz, îdianameya ku amade kir, 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran qebûl kir. Dadgehê Aydin Benek, Hogir Gurses, Murat Altundag, Şevîn Agaoglu û Tarik Altay jî di nav de 11 kes wekî "Endamên rêxistinê" sûcdar kir. Di îdianameyê de ji bo her kesekî ji 7 salan heta 15 salan ceza tê xwestin, dê rûniştina yekemîn di 7'ê Kanûnê de bê dîtin.
Di îdianameyê de tê gotin ku wan li ser îxbareke ku berî 15'ê Tebaxê ji wan re hatiye dest bi operasyonê kirine, dozger wêneyên kesk, sor, zer û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî delîla sûc hesiband. Bi "Endamtiya rêxistinê" tên tewanbarkirin. Dozger ji 70 rûpelên îdianameyê, 22 rûpelên wan ji avakirina rêxistinê û agahiyên nasnameyên welatiyan dagirt, dozên ku berê ev kes pê dihatin darizandin jî bi dosyaya nû ve hatin zeliqandin.
'BI FERMANÊ OPERASYON PÊK ANÎN'
Hat diyarkirin ku li gorî Nîşeya Nûçeyên bi Hejmara 1700-3018'an a di dîroka 10.08.2017'an de Serokatiya Dayerya Îstixbaratê daye, operasyon hatiye kirin, hemû kesên berguman "Di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) a girêdayê PKK/KCK'ê de xebatan dikin, çalakî, şahî û civînên rêxistinî yên ku pêk bên û bên lidarxistin organîze dikin, dibe ku tev li çalakiyên li bajarê me pêk bên bibin."
‘HELWESTEK RÊXISTINÎ DA NÎŞAN’
Azad Benek ê hat girtin, di lêgerîna malê û di lêkolîna telefonê de tu tiştek nehat tespîtkirin, lê dîsa jî bi agahiyên îstixbaratî hat girtin. Hevnasîna wî ya bi kesên di bin çavan de wiha derbasî îdianameyê bû: "Ji derveyê gumanbarên din yên bi endamtiya PKK/KCK'ê hatin binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2017/9856'an gumanbarên din ên hatin binçavkirin re, bi giştî (14) kes bi fikara ku endamên rêxistina PKK/KCK'ê ne, dema bi hev re birine kontrola tenduristiyê, kontrol red kirine û destûr nedane kontrola tenduristiyê, di çarçoveya fermanên PKK/KCK'ê de tev geriya ne, bi hewldana li dijî otorîteya Komara Tirkiyeyê derketine û di vê çarçoveyê de helwestek rêxistinî dane nîşan."
'WÊNEYÊN XWEZAYÎ SÛC HESIBANDIN'
Hogir Gurses ê bi girtî tê darizandin, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û muzîkên bi zimanê kurdî yên di telefona wî de wekî sûc hatin dîtin, her wiha di nava alavên dijîtalî de çeka pompeyî ya ku tê dîtin û wêneya wê, bi hinceta "dibe ku kêfa Gurses pêre hatibe û xwestibe çekekê ji xwe re peyda bike" û wêneyê çekê jî wekî delîsa sûc hat hesibandin. Dîsa wêneyên xwezayî yên ku Gurses li Antalyayê kişandine, bi hinceta "PKK/KCK dixwaze li herêma Antalya û Deryaya Spî feleyeta bimeşîne" sûc hat dîtin.
TENÊ SÛCÊ WÎ AZAD NAS KIRIYE
Bîlal Temîz ê bê girtî tê darizandin, her çendî qeyda wî di dosyayê de tune be jî û tu delîla sûc li ser wî nehatiye zevtkirin jî, ji ber ku bi Azad Benek re hev du nas dikin, bi sûcdariya endamtiya rêxistinê tê tewambarkirin. Dîsa wêneyên kesk, sor û zer ên hatine dîtin û peyva "heval" jî wekî sûc hat hesibandin û di îdianameyê de tê gotin ku "(…) meteryalên dijîtalî yên li ser kesên bi fikar hatin bidestxistin, em rastî tu delîleke sûc nehatin, lê ev xebatên wan ên di nava PKK/KCK'ê de piştrast dike" û heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.