'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'

img

ENQERE - Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku wan bi dehan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: "Dewlet dibêje ku 'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye' û bi vê hişmendiyê tecrîdê kûr dike. Li Îmraliyê tecrîdek bê dawî tê meşandin." 

Di hemû pêvajoyên awarte de dewlet tecrîda li Îmraliyê kûr dike û pêşketinên di vê der barê de dema civak pêre rû bi rû dimîne, bi xwe re nîqaşên nû dide destpêkirin. Di demên dawî de nûçeyên ku der barê Ocalan de tên waşandin, di civaka kurd de fikaran zêde dike. Çalakiyên ku dest pê kirin û her ku diçe zêde dibin, di aliyê Wezareta Edaletê û hikumetê de jî hin hewldan dewam dikin. Lê heta niha di vî warî de tu encam nehatiye bi dest xistin.
 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku di heman demê de xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, aşkera kir ku sal e li ser Ocalan tecrîd tê meşandin û got ku "Ev tecrîdeke bê dawî û girankirî ye" û xwest di her qadê de li dijî tecrîdê bertek û xwepêşandan bên lidarixstin.
 
‘AKP BI TECRÎDÊ EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE’
 
Dîlek Ocalan destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê her gava ku ditengije, "serî li tecrîdê dide û tecrîdê li Îmraliyê dide destpêkirin û li ser civakê dewam dike" û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê bi vê hebûn û desthilatdariya xwe dirêj dike." Ocalan piştrast kir ku girîngiya Rêberê PKK'ê Ocalan ji hêla hemû beşa civakê ve jî baş tê zanîn û ev tişt li axaftinên xwe zêde kir:
 
"Piştî greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên kurd dan destpêkirin, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, got ku: 'Heke dewlet amade be em ê vê meseleyê di 6 mehan da çareser bikin û projeyên me hene.' Ev ji bo Tikriyeyê derfeteke gelek baş e. Ocalan hemû pêşketinên jiyanê dîtin û li gorî wê çareserî bi pêş xist. Piştî salekê berisva vê daxwazê hat. Di aliyê bê çareseriyê de bersiv hat. Me ev bi awayekî fîlî dît. Desthilatdariya AKP'ê şer hêj kûrtir kir û bersiv da. Paradîkmaya ku Ocalan danîbû holê, berovajiyê wê zor xebitand û bi tundiyê bêçareserî ferz kir.
 
LI DIJÎ HÊZA OCALAN TECRÎD HEYE
 
Fikrên Ocalan ên neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û li Rojava jîn dibin. AKP'ê li dijî vê fikrê û vê birdoziyê şer da destpêkirin, armanca tecrîdê jî ev e. Di hevdîtinên sala 2013'an de çi pêwîst bû Ocalan danîn holê. Piştî hat xwestin ev fikir di warê çareserkirinê de li Dolmabahçeyê bi mutabaqatekê bê çareserkirin, hevdîtin hatin qutkirin û tecrîdê dest pê kir. Ev tecrîda li ser Ocalan, li ser hemû gelên li Tirkiyeyê bi awayekê bê rehm tê meşandin. 
 
SEDEMA TECRÎDÊ: OCALAN NE KESEKÎ JI RÊZÊ YE
 
Ocalan diyar kir ku tişta ku diqewime wekî "pêkanîna sûc" pênase kir û wiha pê de çû: "Tirkiye li dijî hiqûqa xwe ya navxweyî sûc dike. Tu rêgezên hiqûqa xwe ya navxweyî pêk nayne û bi vê sûc dike. Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê xwe bi kirasê OHAL'ê pêçan û polîtîkaya xwe guhertin. Ji xwe mafên li holê tuneyî bi OHAL'ê bi tevahî ji holê rakirin. Mafê telefonê yê ji bo her kesî tê dayîn, 18 sal e ji bo Ocalan nayê dayîn. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi keyfî tê astengkirin. Bi vê helwesta xwe dibêjin ku 'Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, em ji bo wê vê tevdîrê digirin.' Em dibêjin rast e Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Bi milyonan miro daxwaz name dan û gotin ku 'Ocalan rêber û vîna min e.' Em polîtîkaya li dijî vê kesayetiyê wekî polîtîkayeke li dijî dîlekî din nagirin dest."
 
Dîlek Ocalan got ku "Gelê kurd hînê vê rewşê nebû, dê hîn jî nebe" û der barê daxuyaniya Serozgerê Komarê yê Bursayê de jî ev nirxandin kir: "Daxuyaniya dozgeriyê ya bi lez û bez, ji ber helwesta wî ya baş nîne. Dozgeriyê bi sedan serlêdanên me yên hevdîtinê red kir, bi lez û bez der barê agahiyên ku hatin belavkirin de, daxuyanî da û vê yekê fikarên me zêde kirin." Ocalan helwesta saziyên navneteweyî yên wekî CPT û DMME'ê jî rexne kir û destnîşan kir ku ev saziyana hevkarê tecrîd û sûcê ku tê kirinin.
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye