AMED – Welatiyên li Taxa Alîpaşayê li dijî rûxandinê li ber xwe didin, ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, di bin navê “veguherandina bajêr” de rûxandin didome. Piraniya herdu taxan hatine rûxandin û her wiha malên kesên li dijî rûxandinê li ber xwe didin jî yeko yeko tên valakirin. Welatiyên ku berî rûxandinê bi çend rojan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan, qereqolê ji bo îfadeyê gazî wan kir.
‘JI BO ÇI WE SERÎ LI ÎHD’Ê DAYE?’
Qereqola Çarşiyê ya Alîpaşayê gazî malbatên ku malên wan di etaba yekemîna rûxandinê de ne kir. Malbatên li dijî rûxandinê têdikoşin, diyar kirin ku teblîxat ji Keyayê Taxa Alîpaşayê re hatiye şandin. Welatiyan got ku piştî teblîxatê ew çûne qereqolê û ev pirs ji wan hatine kirin: “Ji bo çi hûn çûn ÎHD’ê?, Ji bo çi hûn gilî dikin?, Hûn ê dîsa gilî bikin?”
Malbatan jî li qereqolê gotiye ji bo malên wan neyên rûxandin çi ji destê wan bê ew ê bikin.