Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike

img

MÊRSÎN – Tevî hemû derhuqûqî û îmzeyên sixte yên derketin holê jî, xebatên ji bo santrala nukleerî ya Akkûyûyê berdewam kirin û niha ber bi dawiyê ve diçe. Berdevkê NKP’ê ya Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen wiha got: “Tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.” 

Li herêma Akkûyû ya bajaroka Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê tê plankirin ku Santrala Hêzî ya Nukleerê ya Akkûyûyê (NGS) bê avakirin. Ji bo NGS’ê lisansa cih di sala 1976’an de hat wergirtin. Danezana hevpar a tevkariyê ya tesîsê jî di sala 2010’an de li Tirkiyeyê ji aliyê Wezîrê Enerjiyê yê wê demê Taner Yildiz û Cîgîrê Serokwezîrê Hikûmeta Federasyona Rûsyayê Îgor Seçîn ve hat îmzekirin. Niha jî ev pêvajo ber bi dawiyê ve tê. Piştî peymanê NGS’a Akkûyûyê bêyî bedêl teslîmî şîrketa rûsî Atomstroyexportê hat kirin. 
 
Di vê projeya ku demildest hat destpêkirin de di sala 2011’an de xebatên endezyarî hatin destpêkirin û her wiha di heman salê de ji bo avahiya NGS’a Akkûyûyê û xebitandina wê erazî tahsîsî Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ya Akkûyû NGS’ê hat kirin. 
 
Piştî van merheleyan li ser hevdu xebatên înşaatê hatin destpêkirin. Ji bo îtirazî van xebata bike û li dijî wan derkeve Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê (NKP) hat avakirin. Ji aliyê Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Akkûyû NGS’ê ve 3 hezar û 130 rûpel rapora Nirxandina Kargêrî ya Hawirdorê (ÇED) hat amadekirin. Li ser vê hawirdorparêzan îtiraz kir û dest bi têkoşîna huqûqî kirin. Lê belê, li gel hemû îtiraz û têkoşînan jî di sala 2013’an de di bin navê ocaxa keviran de dest bi înşaata NGS’a Akkûyûyê hat kirin. 
 
Endamên NKP’a Mêrsînê bertek nîşanî xebatên înşaata ku di bin navê ocaxa keviran de dest pê kir kirin û di 27’ê Çileya 2014’an de îtirazî vê yekê kirin û ji bo betalkirina lisansa NGS’a Akkûyûy li Dadgeha Îdarî û Bacê ya Mêrsînê doz vekirin. Lê belê li gel hemû bertekên gel û hawirdorparêzan jî, santralê bi awayekî “qaçax” xebatên xwe domandin û rapora wê ya ÇED’ê di 1’ê Kanûna 2014’an de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat pesendkirin. Endamên NKP’ê jî ji bo betalkirina santrala ku bi awayekî derhuqûqî tê çêkirin di 31’ê Kanûna 2014’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê dan. 
 
ÎMZEYÊN SIXTE DERKETIN HOLÊ 
 
Piştî destpêkirina pêvajoyên derhuqûqî, di rapora ÇED’ê de derket holê ku îmzeyên sixte hene. Hat hînbûn ku îmzeya endezyarên enerjiyê yên berpirsiyarê nukleere hatine texlîtkirin. Derket holê ku dema rapora berpêşî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê hatibû kirin, wê demê endezyarên enerjiya nukleerî ji kar hatibûn derxistin û wezaretê jî îmze kontrol nekirine. Piştî ku Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) doza lêkolîna krîmînalî kir, derket holê ku îmzeyên di rapora ÇED’ê de sixte ne. 
 
Piştî, dubare sknadaleke îmzeyê derket holê. Di rapora ÇED’ê de cara duyemîn îmzeyeke sixte hat dîtin. Piştî ku rapora ÇED’ê hat îadekirin firmaya Endezyariyê ya ÇED’ê ya DOKAY’ê dest bi amadekirina raporeke ÇED’ê ya nû kir. Ev rapor bi îmzeya endezyar Kuday Karaaslan ku nû dest bi kar kiribû di 31’ê Adara 2014’an de berpêşî Wezaretê hat kirin. Lê belê berî ku rapor bê berpêşkirin di 19’ê Adara 2014’an de Karaaslan ji peywira xwe ya Endezyaritiya ÇED’ê ya DOKAY’ê veqetiya. Li gel vê rewşê jî rapor ji aliyê wezaretê ve hat qebûlkirin. Lê belê piştî demekê di vê raporê de hin guherîn hatin kirin, lê belê dîsa jî bi îmzeya Karaaslanê ku ji kar derketibû hatin kirin. Li gel evqas nelirêtiyan jî tê payîn ku di 2018’an de Şîrketa Anonîm a Nukleerê ya Akkûyûyê Lîsansa Înşaatê wergire. 
 
'WÊ EKOSÎSTEMA BEHRA SPÎ XERA BIBE’ 
 
Berdevkê NKP’ê yê Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen, dest nîşan kir ku doza betalkirina ÇED’ê di 23’yê Mijdarê de bê dîtin. Antmen, got ku heke ev santral bê çêkirin dê di warê aborî, xwezayî û jiyanê de zirarên ku vegera wan tune ne bide bajêr û welat. Antmen, diyar kir ku dê ev santral ekosîstema Behra Spî xerab bike û wê çandiniyê, turîzmê, tenduristiya mirovan û jiyanê tehdît bike û wiha got: “Dê herêma me veguhere depoya bermayiyên nukleerî.” 
 
Antmen, dest nîşan kir ku doza ku dê di 23’yên Mijdarê de bê dîtin, ji bo Akkûyûyê zaf girîng e. Antmen anî ziman ku peymana der barê çêkirin û xebitandina santralê de li dijî fêdeya cemawetiyê û berjewendiyên netewî ye. Antmen, got ku di peymanan de enerjî ewlehiyê tehdît dike û wiha got: “Kiryarên rûberî yên peymanê hikmên xeternak di xwe de dihebîne.” 
 
'JI BO RANTÊ TÊ XWEZA TÊ QETILKIRIN’ 
 
Antmen, diyar kir ku Tirkiye û Mêrsînê di warê çavkaniyên xwezayî de zaf dewlemend e. Antmen got ku ji dêvla nükleere veberhênaniya tiştekî din dikare bê kirin û wê ev yek hem ji bo welat hem jî ji bo mirovahiyê baştir be. Antmen anî ziman ku bêyî ku ji gel bê pirsîn ev yek hatiye plankirin û bi temamî li dijî peymanên navnetewî û hikmên Makezagonê ye û wiha got: “Ji bo neçêkirina Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê gelek sedem hene, lê belê îktîdara siyasî bi israr hîmê santralê davêje û dest bi înşaata wê dike. Îktîdar ne guh dide pêvajoya darazê û ne jî mewzûata qanûnî. Ji bo rantê di qetilkirina xwezayê de israr dike.” 
 
Antmen, dest nîşan kir ku ew bi pêvajoya darazê bawer in û ew ê heta dawî pêvajoyên huqûqî bişopînin.
 
Antmen dest nîşan kir ku piştî santralê dê av bilind bibe, qezayên teknîkî û gelekên din rû bidin û wiha got: “Heke qezayek rû bide tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.” Antmen diyar kir ku felaketên Çernobîl û Fûkûşîmayê hîn jî di bîra wan de ne û hîn jî talûkeyê didin der. Antmen got ku heke ev santrala nukleerî têkeve faaliyetê wê êdî jiyana herêmê ne tu jiyan be. 
 
MA / Bêrivan Altan
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye