COLEMÊRG- Rojnameger Nedîm Turfent ku di 13’ê Gulana 2016’an de li Wanê hat girtin, di danişîna sêyemîn a doza pê tê darizandin de jî nehat tehliyekirin.
Danişîna sêyemîn a dozan nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent, ku 18 meh in girtî ye, hat dîtin. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Turfent da. Dadgehê danişîna bê taloqî 17’ê Mijdarê kir.
Wesayşta Turfent tê de bû di 12’ê Gulana 2016’an de li têketina Wanê hat sekinadin û Turfent hat binçavkirin. Di 13’ê Gulanê de jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Di îdianameya 23 rûpelî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Colemêrgê ve hat qebûlkirin de, hevdîtin û hevpeyvînên ku Turfent di çarçoveya fealiyetên rojnamgeriyê de li Geverê bi endamên YPS’ê re kirine wek sûc hatin hesibandin.