ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku cenazeyên endamên PKK'ê yên li herêma Herekolê hatin defin kirin, ji aliyê leşkeran ve bi kepçeyan ji gorên wan hatin derxistin. Hat destnîşan kirin ku cenaze xistin torbeyan û birin.
Li herêma Herekolê ya di navbera Sêrt û Şirnexê de dimîne, cenazeyên endamên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabun û li "Goristana Şehit Resûl û Şehît Azîme" hatibûn defin kirin ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin. Welatiyen herêmê diyar kirin ku leşkeran bi kepçeyan aydî Îdareya Taybet a Bajar gor kolan û cenazeyên endamên PKK'ê yên li vir hatibûn definkirin derxistin û bi torbeyan birin. Welatiyan anîn ziman ku cenazeyên ji gorên wan derxistin û xistin torbeyan û nehat zanin ku birin ku.
LI GORISTANÊ NÊZÎ 70 CENAZE HENE
Di demên dawî de endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li vê herêmê hatibûn definkirin. Li "Goristana Şehîd Resûl û Şehîd Azime" nêzî 70 cenazeyên endamên PKK'e hatibûn difinkirin. Goristan di Mijdara 2015'an de ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombekirin. Gelek caran leşkeran kevirên gorên vê goristanê şikandibûn.