COLEMÊRG - 3'emîn rûniştina doza Rojnameger Nedîm Turfent ê 539 rojin girtî ye, dest pê kir. Turfent ku bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştina dozê bû, parastin kir û diyar kir ku tu rastiya îdîanameyê tune ye. 4 şahidên li ser Turfent îfade dabûn jî bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştinê bûn û diyar kirin ku ew Nedîm Turfent nas nakin û di bin tundiyê de îfade dane.
3'emîn rûniştina doza Rojnameger Nedim Turfent ê 539 rojin (18 meh) girtî ye, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dest pê kir. Rûniştina doza ku diviya bû serê sibê dest pê bike, ji ber SEGBÎS xerabe bû, piştî nivro dest pê kir. 4 şahid jî bi riya SEGBİS'ê Îfade dan. Ewil îfadeya şahidê nepen hat xwendin. Piştî îfadeya Şahidê Nepen, Rojnameger Nedîm Turfent bi riya SEGBİS'ê bi kurdî parastin kir. Turfent, diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen ne rastin û bê bingeh in. Turfend, anî ziman ku 7 salan li DÎHA de xebitiye û wiha got: "DÎHA ajansek zagonî ye. Ez rojnamegeriyê dikim. Îdîanameya der barê min de tev bê bingeh û hatiye sazkirin e. Hemû îdîaname li ser îfadeyê şahiden nepen ên bê bingeh hatiye avakirin. Berê jî şahidan diyar kirin ku di bin îşkenceyê de îfade dane. Piştî îfadeyên şahidên aşkere hev negirt vê carî serî li şahidên nepen dan.
Piştre bersûcê ji Girtîğeha Patnosê bi riya SEGBİS'ê tev li rûniştinê bû got "Ez Nedim Türfent nas nakim. Ez nebûm şahidê wî yên tu xebatan. Min di bin îşkence û gefên tecawizê de îfade da. Bi zorê kaxiz bi min dan îmzekirin. Şahidê ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi SEGBİS'ê tev li rûniştina dozê bû jî diyar kir ku ew rojnameger Turfent nas nake û wiha got: "Min di bin çavan de di bin zextan de bi zorê kaxiz imze kir."
PARÊZER KARATAŞ: ÎFADEYA ŞAHIDÊ NEPEN DELÎLÊ LI DIJÎ HİQÛQÊ YE
Parêzera Rojnameger Nedîm Turfent Prz. Harika Günay Karataş jî diyar kir ku îfadeya şahidê nepen ne li dijî hiqûqê ye û ev yek nayê qebûlkirin. Karataş, destnişan kir ku îfadeya şahidê nepen wekî delîla hiqûqî nayê qebûlkirin. Divê ev wekî delîl ji dosyayê bê derxistin. Ji ber ku armanca şahidê nepen ewe ku sûc û sûcdar ava bike ye. Em vê yekê qebûl nakin."
Disa Turfent parastin kir û anî ziman ku ji van îfadeyan jî xuya dibe ku kopî kirine û zeliqandine û tu rastiya van îfadeyan tune ye.
Turfent, anî ziman ku piştî wî nûçeya bi ser navê "Tu dê hêza Tirk bibîne" weşand di sala 2015'an de der barê wî de dosya hat amadekirin û wiha got: "Der barê min de li ser medya civakî ji hesapê bi navê JÎTEM gef li min hatin xwarin. Gefa 'Em dê te bikujin' li min xwarin. Rojnameger di her mijarê de nûçe çê dike. Dikare hem bi endamê rêxistinê re jî û dikare bi kesên cura re jî roportaj bike. Ev ne sûc e. Ji ber ku min der barê xendekan de nûçe çêkir niha li vir im. Çêkirina nûçeyan a xendekan min nake endamê rêxistinê. Tişta ez dikim xebatên rojnamegeriyê ye. Ez rojnameger im. Ez 539 rojin girtî me. Ev şertên girtîbûnê derbas kirine û bûme wekî mahkûm. Girtin li min vegeriya ye ceza. Hemû xebatên min yên rojnamegeriyê ne. Rojnameger roportaj dike. Wêne dikişîne û agahiyan kom dike û diweşîne. "