ÎZMÎR - Nexweşê tumora hestiyê piştê ku 26 salin girtî ye Burhan Babaoglu, diyar kir ku di bin zextên derûnî de ye û wiha got û dermankirin red kir.
Girtiyê Girtîgeha Tîpa L a Balikesirê (Kepsut) Burhan Babaoglu ku rastî cezayê muebetê hatiye, ji ber di bin tundiya derûnî de dijî dermankirin red kir. Babaoglu, ji ber nexweşiyê di 14'ê Cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Zaningeha Katip Çelebî ya Îzmirê (Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşilyurt). Tevî ku jiyana wî di bin rîskê de ye jî emeliyata duyemîn red kir. Babaoglu, anî ziman ku ji ber di bin tundiya derûnî de dijî dermankirin red kir. Babaoglu, ji ber zextên derûnî tevî hevdîtina bijîşkan emeliyat red kir û dîsa birin Girtîgehae tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklarê.
Xizmê Babaoglu’ Celile Babaoglu, diyar kir ku bi Babaoglu re hevdîtin kiriye û Burhan diyar kiriye ku di emeliyata ewil de di bin zextên derûnî de emeliyat bûye û ji ber vê yekê emeliyata duyemîn nabe. Burhan anî ziman ku di nava van şert û mercan de emeliyata duyemîn nabe. Celîle Babaoglu, da zanîn ku tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'Nikare li girtîgehê bimîne' jî dîsa girtî tê hiştin û wiha got: "Em dixwazin Burhan bê berdan. Me Serî li şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê da. Em ji parazvanên mafên mirovan dixwazin ku hestiyar tev bigerin.
Burhan Babaoglu, birayê Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazım Babaoglu ku di 12'ê Adara 1994'an de hat revandin û windakirin e. Babaoglu li Girtigeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Balikesirê (Kepsut) tê girtin. Ji Endamtiya rêxistinê 26 salin girtî ye.