AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora 9 mehên 2017'an a herêmê ya binpêkirina mafên mirovan parve kir. Li gorî rapora ÎHD'ê di 9 mehan de 15 hezar û 647 mafên mirovan hatiye binpêkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, got 'Em li herêma xwe şer naxwazin."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, li avahiya xwe rapora herêmê ya 9 mehên ewil ên 2017'an a Mafên Mirovan aşkere kir. Di civîna li salona Konferansê de Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û rêveberên ÎHD'ê Amade bûn. Bîlîcî, diyar kir ku geşedanên li herêmê û Tirkiye pêş dikevin ji ber tunebûna diyalogê û tunebûna siyeseta demokratîk ev pêş dikevin. Bîlîcî, anî ziman ku ji ber vê israrê mirov êşên mezin dijîn û tabloyek pir xeter derdikeve holê û wiha got: "Geşedanên niha pêş dikevin di salên 1990’an de jî pêk hatin. Lê tu encam bi dest nexist. Polîtîkayên ku hêza xwe ji tundî û şer digirin bi encam nabin. Êdî her roj mirov tên kuştin. Mixabin hevîyên aştiyê winda dibin."
'EM LI HERÊMA XWE ŞER NAXWAZIN'
Bîlîcî bertekên li dijî şerê li herêmê pêş dikeve jî anî ziman û got: "Em li herêma xwe şer naxwazin. Em naxwazin bibin şahidê îşkence û muameleyên xerab. Em dixwazin zarokên me di nava ewlehiyê de mezin bibin û pêş bikevin. Em dixwazin berî her tiştî OHAL rabe. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê û muzakere ji nûve dest pê bike. Em mafê jiyanê yê ku bêyî ziman, bawerî, nasname, çand û nijad bê cudakirin, bê parastin.
Rapora 9 mehan a binpêkirina mafên mirovan wiha ye:
* Di êrîşa polîs, leşker û cerdevanan de 7 kes hatin knuştin. 11 kes birindar bûn.
* 2 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
* Di êrîşên faîl nediyar de 6 kes hatin kuştin. 8 kes birîndar bûn.
* Di şaşiyên fermî û îhmalê de 14 kes mirin. 161 kes birîndar bûn.
* Di şerê çekdarî de 111 polîs, leşker û cerdevan mirin. 361 milîtanên çekdarî jiyana xwe ji dest dan. 10 sivîl hatin kuştin. 223 polîs û leşker, 5 militanên çekdar û yekî sivîl birîndar bûn.
* Di teqina mayînan de 6 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. 25 kes birîndar bûn.
* Di şer de gundek hat şewitandin. 12 daristan hatin şewitandin. 31 herêm wekî qadên taybet ên ewlehiyê hatin îlankirin. li 63 herêman qedexeya derketina derve hat îlankirin.
* Di şer de cenazeyê 19 kesan nedan malbatên wan. Li dijî cenazeyan bêrêzî hat kirin û li dijî mirina 29 kesan nelirêtî hat kirin.
* Li dijî mafê jinan binpêkirin zêde bû. 9 jinan întîhar kir.
* 30 jin di tundiya li hundirê malê de hatin kuştin. 24 jin di tundiyê de birîndar bûn.
* Toplumsal alanda 4 kadın maruz kaldığı şiddet sonucu, 6 kadın ise cinsel saldırı sonucu yaşamını yitirdi, 5 kadın ise fuhuşa zorlandı.
* Çocuklara yönelik hak ihlalleri sonucunda 6 çocuk intihar etti, aile içi şiddete uğrayan 5 çocuk ise yaşamını yitirdi.
* Toplumsal alanda 3 çocuk uğradığı şiddet sonucu yaşamını yitirirken, 90 çocuk cinsel istismara maruz bırakıldı.
* İşkence yasağına rağmen 25 kişi gözaltında, 1 kişi korucular tarafından, 133 kişi gözaltı merkezleri dışında, 320 kişi cezaevlerinde şiddete maruz kaldı. Gösteri ve yürüyüşlerde 60 kişi de darp edildi.
* Polîs û leşkeran bi 2 hezar û 421 malan de girt. 19 jê zarok 3 hezar û 278 kes hatin binçavkirin. 2 zarok 713 kes hatin girtin.
* 6 şahî hatin qedexekirin. 8 weşan hatin komkirin û hatin qedexekirin. Bi ser weşanekê de girtin. 7 saziyên çapemeniyê hatin girtin. 7 malperên înternetê hatin asteng kirin.
* Der barê 35 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Der barê 50 kesan de doz hat vekirin. 229 kes jî rastî ceza hatin.
* Polîsan bi ser 11 avahiyên partiyên siyasî û 15 şaredariyan de girtin. 35 komele, 1 vakif û 4 saziyên çand û perwerdehiyê hatin girtin.
* Mafê girtiyan hatin binpêkirin. Girtî nebirin nexweşxaneyê. Tecrida li ser girtiyan zêde kirin. Girtî sirgûn kirin û tazî kirin. Li girtîgehan bi giştî 905 mafên mirovan hatin binpêkirin.
* Di qezayên kar de 17 kes mirin. 16 kes birîndar bûn.
* Bi KHK yan 912 hezar û 229 kes ji kar hatin girtin 4 hezar û 28 kes jî hatin îxrackirin. Der barê 83 kesan de lêpirsîn hati vekirin.
Di 9 mehan de 276 kesan li Amedê, 131 kesan li Wanê, 12 kesan li Êlihê, 3 kesan li Meletiyê, 2 kesan jî li Agiriyê serlêdan kir. Bi giştî 15 hezar û 647 kesan serlêdan kir.