NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên HDP û DBP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bang li saziyên navneteweyî kirin û ev tişt hat gotin: "Li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. An hûnê bibin hevkarê sûc. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de ye, li Stenbolê ji CPT'yê re name hatin şandin.
Rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Agiriyê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li avahiya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê DBP'a Agiriyê Olcay Ozturk di civînê de axivî û xwest demil dest tecrîd bê rawestandin û Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
‘BEYÎ KU DEM WENDA BIKIN...'
Ozturk nêzikatiya hikumetê ya li dijî Îmraliyê wekî "çav kor, guh ker" pênase kir, aşkera kir ku ew vê nêzikatiyê qebûl nakin û wiha got: "Her roja ku derbas dibe fikarên me zêde dibin, beyî ku dem bê windakirn divê gav bên avêtin." Ozgurk bang li Neteweyîn Yekbûyî, CPT û Konseya Ewropayê jî kir û xwest li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.
GIREV DI ROJA 6'EMÎN DE YE
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla HDP'a Îzmîrê ve hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de ye. Greva birçîbûnê li avahiya DBP'ê hatiye destpêkirin û Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê nehat ji bîrkirin. Hevserokê HDP'a Îzmîrê Mahfuz Guleryu daxuyanî da û aşkera kir ku berxwedana Kobanê jiyanek nû bi xwe re aniye. Hevserokê HDP'a Çîgliyê Huseyîn Aktaş jî piştrast kir ku fikrên Ocalan li Rojava ruh daye jiyanê û wiha axivî: "Projeya li Sûriye û Rojhilata Navîn ji bo gelan hêvî ye."
JI STENBOLÊ NAME JI CPT'YÊ RE ŞANDIN
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê dê li dijî tecrîdê di navbera 1-12'ê Mijdarêde çalakiyan pêk bîne, li gelek navçeyan dê ji Wezareta Edaletê û CPT'yê re bi awayekê hemxwet name hatin şandin. Gelek welatiyên li navçeyên wekî Kartal, Pendîk, Tuzla, Sancaktepe, Sultanbeylî, Çekmekoy, Umraniye, Beykoz, Uskudar, Ataşehîr, Kadikoy û Maltepe hatin li navçeyên Sancaktepe, Kadikoy û Umraniye li ber postaxaneyan li hev civiyan.
'DÊ TECRÎD ŞER KÛR BIKE'
Welatiyên bi nameyên di destê xwe de hatin ber postaxaneya Kadikoyê, aşkera kirin ku dê tecrîda li ser Ocalan şer kûr bike. Welatiyên demeke kurt li ber postaxaneyan rawestiyan, nameyên di destê xwe de ji saziyan re şandin.
'POLÎSAN ASTENGÎ DERXIST'
Welatiyên di nameyên destê xwe de hatin ber Postaxaneya Sancaktepeyê, piştî name şandin daxuyanî dan. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan welatiyan ber bi avahiya HDP'a Sancaktepeyê ve dest bi meşê kir, polîsan ew şopandin.
NAVEROKA NAMEYÊ
Nameyên ku hatin şandin naveroka wan wiha ye: "Beyî ku hiqûqa gerdûnî û rêgez li ber çavan bê girtin, Birêz Abdullah Ocalan bi polîtîkayeke keyfî û derveyê mirovahiyê re rû bi rû ye û di 'Pergala Îmraliyê' de di binê tecrîdeke giran de tê girtin. Bi taybetî ev 2 sal û nîv e di binê tecrîdeke bê dawî de tê girtin û tu agahî jê nayê girtin, hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Di demên dawî de der barê giravê de agahiyên gayrî cidî li ser medyaya civakî tên belavkirin û ev hemû fikaran zêde dikin. Em der barê tenduristî û jiyana Birêz Ocalan de fikaran dijîn. Ji ber wê jî divê demek ji ya din zûtir heyetek, an jî heyetek ji malbatû parêzeran ji bo hevdîtinê biçe û van fikarên me bi dawî bike. Divê ev tecrîda giran demek ji ya din zûtir bê rakirin."