STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi dirûşma "Ji cilên yek reng re na ji yek rengiyê re na" dê bertekên xwe bîne ziman.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bal kişand ser cilên yek reng û bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Daxuyaniya li avahiya ÎHD'ê ya li Taksîmê hat dayîn, dê ji "Cilên yek reng ji yek rengiyê re" bêjin na.
Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî li vir axaftinek kurt kir û bal kişand ser cilên yek reng. Yolerî axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên demên borî bi bîr xist, aşkera kir ku Erdogan vê yekê bi zimanekî tolhildanê dibêje û ev tişt got: "Mijara cilên yek reng cezakirineke din e. Dixwazin girtiyan di binê yek cilî de bitengijînin."
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê Muharrem Kurşun jî da zanîn ku hêj berdêlek giran nehatiye dayîn divê yên li derve bikevin tevgerê. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê Sevîm Kalman jî ferzkirina cilên yek reng, wekî şikandina rûmeta mirovahiyê pênase kir û xwest hikumet dest ji vê îşkenceyê berde.
Kalman, bal kişand ser çalakiyên dê li dijî cilên yek reng bên lidarxistin jî û bernameya ku amade kirine wiha rêz kir:
“* Dê di 8'ê Mijdarê roja Çarşemê saet di 14.00’an de li ber TUYAP’ê daxuyaniyê bidin.
* Di 12'ê Mijdarê roja Yekşemê li ber TUYAP’ê belavok bên belavkirin.
* Di 15'ê Mijdarê roja Çarşemê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê saet di 14.00-15.00'an de belavok bên belavkirin.
* Di 20'ê Mijdarê roja Duşemê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê saet di navbera 17.00-18.00'an de belavok bên belavkirin.
* Di 28'ê Mijdarê roja Sêşemê saet di 12.30’an de li li Şaxa ÎHD'a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan bê aşkerakirin.
* Di 4'ê Mijdarê roja Duşemê li ber Girtîgeha Bakirkoyê saet di 12.00’an de daxuyanî bê dayîn.
* Di 16'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 15.00’an de bi mijara cilên yek reng panel bê lidarxistin.”