STENBOL – Rewşenbir û nivîskaran bertek nîşanî girtina Karsaz Osman Kavala da û diyar kirin ku girina Kavala bi polîtîkayên derve girêdayî ye. Hevseroka ÎHD'ê Prz. Eren Keskin, diyar kir ku piştî tekiliya Tirkiye bi YE û DYA'yê re xera bû, ev polîtîkaya dîlgirtinê ye.
Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê di 18’ê cotmehê de hatibû binçavirin hat girtin. Kavala piştî lêpirsînê sewqî Dadgeha Stenbolê kirin û li dadgehê hat girtin. Kavala piştî hat girtin, nerazîbûn û bertekên parazvanên mafên mirovan, rewşenbir û nivîskaran zêde bû. Rewşenbiran anîn ziman ev polîtîkaya dîlgirtinê ye.
TAHMAZ: XWESTIN JI DOZA FETO BIGIIRN
Rêveberê Wakfa Aştiyê Hakan Tahmaz ku Osman Kavala jî sazumankarê wê kiribû, diyar kir ku 17 salin bi hev re têkoşîna aştiyê dimeşînin û wiha got: "Bila ji me nexwazin ku em bawer bikin Osman Kavala bi îdîaya darbeyê hatiye girtin. Hin kes li hemberî vê biryarê kêfxweş dibin. Yek ji vana pêşengê darbeya 15'ê tîrmehê Fethullah Gulen e. Di sala 20117an de ji bo Osman Kavala bê girtin ket nava hewldanek mezin. Yên ku tekiliya Osman Kavala û darbeyê bi hevre çê dikin Tirkiye xistine nava windahiyên mezin. Girtina Kavala ne girêdayî pirsgirêka Tirkiye ya navxweyî ye. Girtina Kavala girêdayî pirsgirêkên Tirkiye yên navneteweyî ye."
KAYA: EM NE XERÎBÊ VÊ YEKÊ NE
Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan Nurcan Kaya jî biryara girtina Kavala rexne kir û wiha got: “Êdî gotina em bêjin tune. Ji kampanya reşkirinê ya medya serdest heta daxuyaiyên Serokomar diyar bû ku dê Kavala bigirin. Ev şaşiya mazin bi plan pêk hat. Piştre em fêr bûn ku mehek berîya bê girtin ev kampanya hatiye destpêkirin. Osman kirin hedef. Mixabin em ne xerîbê vap planan in."
'RASTÎ DÊ DERKEVE HOLÊ'
Kaya, anî ziman ku îktîdar bi 'gefên' nû xwe diparêze û wiha got: "Yên ku îktîdarê rexne dikin û hewl didin Tirkiye demokratik bikin dibin hedef. Îktîdar bi derew û dolanan hewl dide ku parazvanên mafên mirovan û kesên muxalif bêdeng bike. Lê nêz-dereng rastiya lîstikên wan dê derkeve holê. Em dê her dem Kavala ku parazvanê mafên mirovan û karsazekî rêzdar e biparêzin. "
KESKÎN: KAVALA PARAZVANÊ MAFÊN MIROVAN E
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku Kavala parazvanek mafê mirovan e û wiha got: "Piştî tekiliya Tirkiye bi YE û DYA'yê re xera bû, ev polîtîkaya dîlgirtinê ye. Keda Kavala ya ji bo Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewropa pir zêde ye. Hem parazvanê mafên mirovan e, hem jî karsazekî aştîxwaz e. Ez wek parazvanek mafê mirovan nikarim şirova hiqûqî bikim. Ji ber ku hiqûq nemaye. Tirkiye hiqûq û peymanên mafên mirovan ên navnetweyî tev binpê kiriye."