MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ji ber ku tekmîlê li ser Nusret Amutgan û malbata wî ferz dikin, 5 hefteye bi xizmên xwe re hevdîtin nake.
Nusret Amutgan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, 5 hefteye bi malbata xwe re hevdîtina telefonê nake. Birayê Nusret Amutgan Ahmet Amutgan, diyar kir ku berî mehekê bi pergalî bi telefonê bi birayê xwe re hevdîtin dikir û wiha axivî: “Ji ber ferzkirina pêkanîna tekmîl dayînê ev 5 hefteye em hevdîtina telefonê nekin. Ev bêmafiye û nêzîkatiyek keyfiye. Ji ber vê pêkanînê di peyva dest pê kêde hevdîtina me hat qûtkirin. Li gorî pêkanînê divê malbat û girtî tekmîla xwe ya nasandin bidin. Ji me nav, paşnav û numareya T.C dixwazin. Bi heman rengî ji birayê min jî dixwazin. Ji xwe birayê min hikumxare û hemû agahiyên nasnameya wî ligel rayedarên girtîgehê hene. Ji derveyî kesê hatî diyarkirin, kesek din nikare derbikeve hevdîtinê. Ev pêkanîn bêmafî û keyfiye.”
Bira Amutgan, da zanîn ku ji ber rewşa aborî û dûriya girtîgehê nikarin her hefte biçin hevdîtinê. Amutgan, destnîşan kir ku ji ber vê pêkanînê bi temamî hevdîtin ji holê hat rakirin û wiha got: “Ev pêkanîn li dijî peymana navneteweyî û hiqûqê ye. Divê demildest bê rakirin. Ji bo ev pêkanîn rabe me serî li Wezîrê Dadê û Serdozgerê Komarê yê Boluyê da. Ji bo rakirina vê pêkanînê û parastina nirxên mirovan, bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim ku dengên xwe bilind bikin.”