Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe

  • rojane
  • 13:03 1 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TSK'ê di 7'ê Cotmehê de bi fermana hikûmetê li Idlibê li dijî El Nusra operasyon da destpêkirin û çend rojan propaganda serkeftina leşkerên TSK'ê kirin. Lê 24 roj derbas bû hêj hêzên çekdar ên El Nusra ji Idbilê paqij nekirine. Ji ber ku hêzên TSK'ê û Mertalên Firatê li Idbilê serkeftin pêk neanin Rejîma Sûriye û Rûsya dest bi mudaxaleyan kirin û nîşaneyen têkçûna operasyona Idlibê xuya bûn. 

Artêşa TSK'ê di 7'ê Cotmehê de sînorê Sûriye derbas kir û ket axa Idlibê. Piştî TSK ketin Idlibê Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan got "Niha li îdlibê tevgerek mezin heye. Ne TSK, komên OSO  li wir in" Bi vê daxuyaniyê re tevgera 'Îdlibê ji terorê paqij bikin" dan destpêkirin û 24 rojin operasyon didome. Beriya tevgera Îdlibê dest pê bike Tirkiye, Rûsya û Îranê li Astana kom bûn û li ser şerê li Îdlibê li hev kirin. Biryar dan ku her welatekî garantor 500 leşkeran bişînin Îdlibê û li wir çavdêriyê bikin. 
 
Li gorî peymanê biryar hat dayîn ku heyeta Rusya ya leşkerî be û yên welatên din jî sivîl bin. Ji ber vê yekê Tirkiye ne bi TSK'ê bi OSO tevgera Îdlibê da destpêkirin. Erdogan gotibû derdora Îdlibê dê Rusya kontrol bike û nava îdlibê jî dê Tirkiye kontrol bike. Li bendê bû koma Heyet El Tahrir (El Nusra) ya li nava Îdbilê û hêza Tirkiye ya OSO bên hemberî hev. Lê 24 roj derbas bûn heta niha TSK'ê û OSO hêza çekdar a El Nusra ji Idlibê paqij neriye. Rûsya ji hewa de piştgirî da OSO. Ji ber ku plana wan pêk nehat û encama dixwestin bi dest nexistin di 30'ê Cotmehê de 7'emîn civîna Astana pêk anîn. Di civînê de jî derket holê ku plana wan bi rêve naçe û encamê bi dest naxin. Serokê Rûsya Vladimir Putin û Nûnerê Taybet ê Suriye Aleksander Lavrentyev, diyar kir ku tişta dikeve ser milê Tirkiye divê bike" piştî vê daxuyaniyê hat xuyakirin ku Tirkiye erka xwe pêk neanîye. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yên Sûriye Beşar Caferî,  diyar kir ku hebûna TSK'ê ya li Tirkiye dagirkerî ye.
 
TIRKIYE ROLA XWE GUHERT 
 
Piştî van daxuyaniyan hat zanîn ku li şûna Tirkiye li gorî daxwazê Rejîmê tev bigere, bi xistina komên Mertalên Firatê ya Idlibê pirsgirêkên nû bi xwe re anîye. Li gorî peymana Astana 6'an hat plan kirin ku komên Mertalên Firatê yên Ezaz-Cerablus-Babê derbasî Idlibê bikin û li dijî Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) şer bikin. Hat xwestin HTŞ ya di pêşengiya El Nusra de şer dike ji wê derê paqij bikin. Hat xwestin ku Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) ji Rejimê re bîatê bike. 
 
Lê Tirkiye bi hesap û planên din ket Idlibê. Li şûna Tirkiye bi HTŞ'ê re şer bike, bi wan re li hev kir û li ser sînorê Efrînê bi cih bû. Bêtir bi armanca Efrînê dorpêç bike bi cih bû. Hêzên TSK'ê li şûna têkevin nava Idlibê li sînorê gundên Atme, Darit Îze, Kela Seman, Qilê û Selva yên ser sînorê Efrînê bi cih bûn. TSK li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi cih bûn dest bi êrîşa topên hawanê kir. 
 
EWIL BI EL NUSRA RE LI HEV KIR
 
Mertalên Firatê û OSO, ku derbakî Idlibê bûn, li şûna bi hêzên çekdar re şer bike bi wan re li hev kir. Derket holê ku li herêma Şehba bi komên armanca dikin Koalîsyona Neteweya Sûriye hilweşîne re dixebitin. Piştî Bab ket bin kontrola TSK'ê komên dembori yên Mertalên Firatê ava kirin. Hat zanîn ku fermandarên OSO  yê ji Tirkiye Ebû Hetabe anîn ser artêşê. Hat zanin ku Hetabe di navbera TSK û El Nusra re 3 caran wekî kesê navbênkar û çavdêr şandine nava El Nusra û piştî vê yekê li hev kirine ku Tirkiye têkeve sînorê Efrîn û Idlibê. 
 
Piştî Hetabe tevi komê Wezîrê Parastinê yê berê û fermandarê OSO Ebdulcabar Egitî jî hewl da hikûmetek paralel ava bike. Hat zanin ku
Egîdî, li gundên Idlibê û Babê bi serokên Eşîran re hevîn pek anîne. Egitî bi serokên Eşîrên Şemar, Begara, Herb, Ecelî û Buselîm gelek eşîrên din re hevdîtin kirin. Gelek eşiran nexwestin ku Tirkiye têkeve herêmê û xwestin hikûmetek alternatif bê avakirin. Piştî ku Tirkiye ket babê di navbera hêzên herêmê û hikûmeta dembarî de gelek nakoki û pirsgirêk derketin. 
 
ENCAM BI SER NEKET 
 
Di encamê de peyman û planên ku di civina Astana 6 de dabûn pêş xwe pêk nehat. Tirkiye rol û rista danîbû ser xwe pêk neanî. Ji bo ku Tirkiye plan pêk neani û bi Rejîma Suriye û Rûsya re ket nava dijberiyê Rejîma Sûriye û Rûsya mudaxaleyi hêzên giredayî tirkiye kir. 
 
Di vê pêvajoya pişti civîna Astana 7 de TSK herêma Efrînê da ber topan, Tirkiye encam bi dest nexist. Li gel vê yekê Tirkiye propagandek vala dike. Tê gotin ku ligel dibejin dê Efrînê paqij bikin. Beriya Operasyona Idlibê destk pê bike bi bin ket û têk çû. 
 
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye