ENQERE - Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), li dijî ferzkirina sixuriyê û gefên polîsan ên dawî yên li ser xebatkarên çapemeniya azad, daxuyanî da û bi helwesta “Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin” rexne kir.
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), bertek nîşanî êrîş û ferzkirina sîxuriyê ya polîsan ên li ser xebatkarên çapemeniya azad da. ÇGD’ê daxuyaniyek bi ser navê “Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin” weşand û nêzîkatiyên polîsan ên tacîzkirina nûçegihanan şermezar kir. ÇGD, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê polîtîkayên xwe yên êrîşkar, tirs, sansura kirina rojnamegertiyê, binçavkirin û girtinê didomîn e. ÇGD’ê da zanîn bi gelek bêbextiyan, hempişeyên wan bi awayekê bêhiqûqî di girtîgehan de digirin û wiha got: “Bi vê yekê dixwazin xebatkarên me bêdeng bikin. Her dawî jî gef li nûçegihanên me xwarin û bi teklîfa sîxurtiyê tacîz kirin.”
‘TEKANE SÛCÊ EM RASTÎ PARVEKIRIN E’
ÇGD’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 20’ê Cotmeha 2017’an de nûçegihanên me Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever, edîtora JinNewsê Sîbel Yukler, nûçegihan Habîbe Eren û Duygu hatin binçavkirin. Piştî nûçegihan tên berdan, polîs wan tacîz dikin. Selman Guzelyuz û Dîren Yurtsever ên ji Ajansa Mezopotamya diçûn malên xwe, hin kes nêzî wan dibin û sîxurtiyê teklîfî wan dikin. Nûçegihanên van saziyan dixebitin, tekane sûcê wan rastî aşkere kirine. Hempişeyên me ji ber ku mijarên li xweşiya desthilatdariya siyasî naçin, bi raya giştî re parve dikin, rastî van êrîşan tên. Teklîfa sîxuriyê ya di bin çavan de hat kirin, rastiyek xeternake. Em ji kesên rojnamegertiyê mîna mafê girtina nûçeyên gel nabîn in û dixwazin rastiya heyî manîpule bikin re dibêjin, hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin.”