MELETÎ - 5 cenazeyên li çoltera Lîcê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên rawestandin.
Li navçeya Lîcê ya Amedê di pevçûna 20’ê Cotmehê de 5 HPG’iyên jiyana xwe ji destdan, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên rawestandin. Piştî aşkera kirina nasnameyên HPG’iyan malbat ber bi Meletî ve ketin rê. Cenazeyê Yusuf Mutlu (Amed Şevger) ê HPG’î hat teşhîs kirin, malbatên Nursel Oltay (Berçem Cîlo) û Ahet Guzun (Agît Koçer) ji bo teşhîskirina cenazeyan gehiştin bajêr. Cenazeyên Ugurcan Soybellî (amed Avaşîn) û Huseyîn Gozubuyuk (Sabrî Tolhildan) li morga Saziya Tipa Edlî tên rawestandin.