AMED – Der barê Ziya Pîr ê HDP’î de bi sedema di dema binçavkirina 32 xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER’ê ku bi KHK’ê hatin girtin, ji dozgerê ferman da polîsan re got “Endamê soytariyê qesrê” doz hat vekirin. Dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Pîr birî.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Ziya Pîr ji ber ku beşdarî daxuyaniya binçavkirina 32 xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER’ê yên bi KHK’ê hatin girtin a li ber Edliya Amedê bû û bi îdîya di axaftina xwe de heqaet li dozgerê biryara serdegirtin da, kiriye doz hatibû vekirin. Di rûniştina doza ku li 7’emîn Dadgehê Cezayê Asliyê de hat dîtin de, bi îdîya “Ji ber peywira xwe heqaret li erkdarê çemaweri kirin” 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Pîr hat birîn. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr parastin kir û wiha axivî: “Rakirina dest nedana parlamenteran li dijî peymana qanûna bingehîn û navneteweyîye. Hîna jî destnedana muwekîlê min didome. Dozên derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin vekirin, ne hiqûqî, siyasîne.”
‘NE HEQARETE REXNEYE’
Yalçindag, anî ziman ku ji bo encama heqaretê derbikeve holê, divê navê kesekê bi awayekê vekirî bê ser ziman û wiha got: “Hemû kes vê yekê fam dike. Beyî ku destûra lêgerîna polîsan hebe, bi rehetî dikevin avahî û buroyan û 32 xebatkaran bi lêdanê dikin bin çavan. Muwekîlê min li dijî vê bêhiqûqiyê rexneyên xwe anîne ziman. Ez dixwazin biryara beraetê ji bo muwekîlê min bê dayîn. Berevajî dê ev yek li dijî îfadeya azad û AÎHS’ê be.”
‘DOZ TALOQ KIRIN’
Piştî parastinan, dadgehê bi sûcdariya “Ji ber peywira xwe heqaret li erkdarê çemaweriye kirin” derbarê Pîr ê HDP’î de 11 meh û 20 roja cezayê girtîgehê birî. Dadgehê biryara 5 salan taloqkirina ceza da. Ger di nava 5 salan de heman sûc neyê dubare kirin, dê doz bê rakirin.