‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’

img

ENQERE - Siyasetmedarê kurd Seydî Firat der barê herêmê û siyaseta kurd de xwedî tecrûbeyên girîng e. Firat bal kişand ser teslîmkirina Kerkûkê û ev tişt got: "Serkeftineke ku xeyal nedikirin dan dijberên kurdan."

Siyasetmedarê kurd Seydî Firat di salên 1980'yê de bi filistîniyan re li dijî Îsraîlê têkoşîn da, di serî de li Sûriye û Iraqê li gelek herêmên Rojhihata Navîn maye û rewşa li herêmê baş dizane. Firat pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê ji Ajansa Mezpotoamyayê re parve kir.
 
‘DIYARIYEKE KU NEDIHAT XEWNA WAN...’
 
Firat bi taybetî li ser pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê sekinî û got ku "Diyariyek ew qas mezin û xeyal nedikirin dan dijberên kurdan" û wiha got: "Windahiya li Başûr windahiyek gelek mezin e, vê yekê birîneke mezin di kurdan de çêkir. Hêzên dagirker di demeke ew qas kin de bawer nedikirin dê ew qas destkeftiyan bi dest bixin. Beyî ku berdêlekê bidin xwe gihandin 'serkeftinê'. Niha vê yekê pîroz dikin, tema wê derdixin."
 
Firat piştrast kir ku vê yekê kurd birîndar kirine û aşkera kir ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê pêvajoya referandumê gelekî xirab bi rêve biriye û wiha got: "Ji bo pêvajoyê bi rêve bibin, dikaribûn rêveberiyeke krîzê ava bikirana. Ev nekirin, her kesî nêzikatiyeke cuda da nîşan, PDK û YNK'ê pozîsyona xwe parast. Piştî referandumê hemeleyên kesên dijber baş îdraq nekirin, nedîtin. Bawer nedikirin dê êrîşê wan bikin. Belê 'Bertek dan nîşan, lê dê piştre bi me re li hev bikin' û di nav nêzikatiyeke wiha de bûn."
 
ÇIYÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR KÊM BÛ?
 
Firat li ser pirsa "Çiyê gelê Başûr kêm bû?" rawestiya û piştrast kir ku di tevahiya dîrokê de êşên mezin kişandin û wiha pê de çû: "Ji bo dîrokê fêm bikin û rojên derbasbûyî fêm bikin xwedî tecrubeyên zêdee ne. Di tevahiya dîrokê de gelek caran hatin xapandin. Di vê mijarê de xwedî tecrubeyek mezin in. Wekî xala 3'yemîn gelê Başûr fedakar û berxwedêr e. Tu kes nikare bêje ku dê ev gel li ber xwe nede. Di vê mijarê de jî kêmasî tune. Di warê madî de jî ne kêmin." Firat da zanîn ku bi Dubaiyê re di pêşbirkê de bûn, lê ewlehiya xwe pêk neanî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Teqes kêmasî hene û divê vê yekê lêkolîn bikin û nîqaşan bi pêş bixin. Mînak dema mirov diçe Hewlêrê bi tabloyeke wiha re rû bi rû dimîne. Avahiyên bilind, plazayên şatafatî, şantiye û hwd. bi Dubaiyê re di pêşbirkê de bûn. Ka bila bêjin pêwistiya kurdan bi vê heye? Dikaribûn hêj rêvberiyên azadîxwaz ava bikirana, di warê parastinê de saziyên xwe xurt bikirana."
 
‘EV ENCAMA NEBÛNA YEKITIYÊ YE’
 
Firat da zanîn ku hêzên dijber rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê xistiye nav rihetiyekê, vê rêveberiyê bi awayekî fîşalkirî (abartılı) li xwe mêze kiriye, lê tişta esas nebûna yekitiyê di binê vê de razayî ye û ev nirxandin kir: "Ji ber parçebûna çandî û siyasî ya li herêmê, wekî xalek esasî jî nebûna yekitiyê ya di civaka kurd de bandoreke mezin li vê rewşê dike. Ji xwe nebûn xwedî sazî. Artêşeke bi hêz ava nekirin, parlanemtoyeke ku her kes di warê siyasî xwe têde îfade bike ava nekirin. Dema ev nebû di hin aliyan de şikestin çêbû, nêzikatiyên şermezarî û xwe paşve dayîn derketin holê, hin ji wan xwe jê şûştin."
 
XELETIYA DEMÊ KIRIN
 
Firat anî ziman ku rêveberiya Başûr hem di nava xwe de û hem jî li dijî hêzên navneteweyî di nav xeletiyê de ye. Ne xwe dê tiştek wiha çawa derkeve holê û ev tişt anî ziman: "Ne xwe dê tiştek wiha çawa derkeve holê. Dema hemleyek bê kirin, divê nêzikatiya hêzên dijber bê şopandin. Divê kurd ne piçûk nêzî hêza xwe be û ne jî hêza dijberê xwe piçûk an jî mezin bibîne û li gorî wê pozîsyona xwe diyar bike. Di vir de bi taybetî di rêveberiya PDK'ê de, hem di nava xwe û hem jî di qada navneteweyî de tengijî ye. Heşdî Şebî her roja ku xwe dicivîne hev, rêvberiya Iraqê her roj bi hêz dibe, her roja ku diçe Îran li ser Iraqê bi hêz dibe, têkiliyên Tirkiye, Îran û Iraqê bi pêş dikevin. Ev hatin hîskirin. Lê hemleya astengkirinê ya ku xwestin derxin pêş, berovajiyê wê encam da. Berê wê ev hemel bikirana, dibe ku ev hêzana di vê astê bi ser wan de nehatana. Ez di vir de xetayeke cidî ya demê dibînim."
 
‘ÊRÎŞ DEWAM DIKIN’
 
Firat destnîşan kir ku vê yekê di rêveberiya Kurdistanê de matmayîbûnek derxistiye holê û hatiye "Asta dêçi bike nizane" û wiha got: "Hêzên dijberên kurdan dixwazin vê hêrîşê bibin astek hêj jortir. Mînak rêveberiya Iraqê dixwaze hemû Başûr teslîm bigire. Bi polîtîka û stratejiyek baş ev êrîş dikarin vala bên derxistin. Qasî ku didin nîşan ew jî ne xwedî hêz in. Hevkariya dijberê kurdan hevkariyeke qels e, nakokiyên wan hene. Dikarin vê êrîşê vala derxin."
 
‘TEQES DÊ KURD BIBIN YEK’
 
Firat aşkera kir ku rêvberiya Kurdistanê heta niha bi beşên kurdan re nexwestiye "hevkarî û têkiliyan bi pêş bixe" û "xwe wekî navend, parçeyên din jî wekî piştgirî" dîtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Nêzikatiyeke wekî ez ê di navbera kurdên Bakur, Îran û kurdên Sûriyeyê de çi cudahiyê bikim hebû. Di rastiya xwe de ji yekitiyeke navbera kurdan direvîn û di nava hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî de bûn. YNK'ê têkiliya bi Îranê re û PDK'ê jî têkiliya bi Tirkiyeyê re ji bo xwe baştir didîtin. Hişmendiya vê hevkariyê ev encam bi xwe re anî. Ez bawerim di vê rewşê de vê yekê dîsa li ber çavan re derbas dikin. Ez ji vê yekê bawerim ku dê di demeke dirêj de yekitiya kurdan pêk were, dê gel partiyên siyasî debas bike û yekitiya xwe ava bike."
 
MA / Kenan Kirkaya
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye