OSMANIYE - Polîsan li Osmaniye bi ser malan de girtin û 3 HDP'î binçav kirin.
Li Osmaniye, polîsan serê sibê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girt û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Endamên HDP'ê Kamuran Babrak, Abdullah Turhan û Birsen Karataş binçav kirin. 3 HDP'iyên ku hatin binçavkirin sedema binçavkirina wan nehat zanîn û birin Midûriyeta Polîsan a Osmaniyê.