STENBOL – Karsaz û Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu Osman Kavala hat girtin.
Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê di 18’ê cotmehê de hatibû binçavirin hat girtin. Lêpirsîna Kavala ya li Midûriyeta polîsan şevê din bi dawî bû û sewqî dadgehê hat kirin. Kavala piştî sewqî dadgehê kirin heyeta dadgehê der barê Kavala de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.