Yildirim: Êdî bawerî bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê

  • rojane
  • 09:13 1 Mijdar 2017
  • |
img

AMED – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, îdiaya ku der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medyaya civakî hat parvekirin û daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nirxand û wiha got: “Êdî bawerî bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê.” 

Zêdeyî salekê ye agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Malbat û parêzeran ji bo hevdîtinê heta niha 700 carî serlêdan pêk anîne û hemû jî hatine redkirin. Her wiha herî dawî der barê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser civaka medyayî îdiayek hat parvekirin û paşê piştî parvekirina vê îdiayê bi çend rojan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê parvekirina hat kirin derewand. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim îdiaya ku hat parvekirin û daxuyaniya ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da nirxandin û wiha got: “Êdî bawerî bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê.” 
 
Yildirim, dest nîşan kir ku heke bi Rêberê PKK’ê re hevdîtin bê çêkirin dê welat evqas ber bi xerabiyê ve neçe û wiha domand: “Heke Tirkiye bihişta Birêz Ocalan bi derve re pêwendiyê deyne, wê geşedanên li welat û Rojhilata Navîn evqasî ber bi îstîqameteke xerab ve neçûnan. Wê Tirkiye ne li hundur û ne jî li derve ewqas îtibar winda nekirina.” Yildirim, dest nîşan kir ku Ocalan bi perspektîfa xwe ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî wateyeke girîng e. 
 
'6 SAL IN BI HINCETÊN SOSRET HEVDÎTIN TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Yildirim, balê kişand ser îdiayên ku der barê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medyayê civakî hatin parvekirin û ev tişt gotin: “Bêyî ku li hemberî vê îdiaya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin bertekên cidî bên nişandan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ew derewand. Lê belê bi qasî ku tu bêjî baweriya vê daxuyaniyê lawaz bû. Em ji cerîbînên xwe yên berê dizanin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê zêdeyî 6 sal in wek henekê xwe bi mêjiyê me bike, bi hincetên sosret ên wek ‘koster xerabe ye’ û ‘şert û mercên neyînî yên hewayê’ serdanên parêzeran asteng dike. Li vî welatî hema bila kesek rabe bêje bawer dikim ku ji ber koster xerabe ye serdan pêk nayê, wê çaxê em ê jî bawer bikin. Ji ber vê yekê tu bawerî bi daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayê.” 
 
Yildirim bang li îktîdarê kir da dawî li tecrîdê bîne û wiha got: “Ev daxwaza me ne siyasî ye. Huqûqî ye, wijdanî ye, exlaqî ye û însanî ye. Divêtiya peymana navnetewî ye ku Tirkiye jî ew îmze kiriye.”
 
‘CPT ROLA XWE NALÎZE’ 
 
Yildirim, dest nîşan kir ku di vî warî de CPT jî rola xwe nalîze û wiha got: “Ji bo Birêz Ocalan ewqas çalaki tên li darxistin, lê belê li gel vê yekê jî CPT’yê rola xwe nelîstiye.” Yildirim, bi bîr xist ku CPT rapora der barê lêkolîna xwe ya dawîn de bi raya giştî re parve nekiriye. Yildirim got ku heke CPT der barê lêkolînên xwe de daxuyaniyê bide dê hemû pirsnîşanên raya giştî ji holê rabike û wê bi vî awayî rola xwe bilîze. 
 

Sernavên din

03/11/2017
13:12 Selma Irmak bû namzeta Serokatiya Meclîsê
13:11 Bi hinceta heqaret li serokomar kir, doz hat vikirin
13:04 Şahidê bûyerê: Murat Çelîk li şaneşînê înfaz kirin
12:54 Leşkeran dest danî ser jeneratorên kana komirê
12:53 Polîsan 2 kes li Farqînê binçav kirin
12:44 Xwe gihandin cenazeyê 3 kesên li Şîleyê
12:23 Uca: Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef hat girtin
12:22 Kurd jî dawetî civîna Sotşiyê kirin
12:00 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
11:14 10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn
11:06 Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin
10:59 Dozger xwest polîs ji teqîna 5'ê hezîranê bên cezakirin
10:00 Rîşik li ber tunebûyînê ye
09:59 Parêzer Atalay: Şêniyên Tarlabaşiyê hatin ‘tehcîr’kirin
09:47 'Qanûna Miftîtîyê dê bandorek neyînî li ser jiyana jinan bike'
09:46 Hejmara polîsên birîndar ên li Amedê derket 9'an
09:45 Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e
09:44 ‘Dawî li tecrîdê bînin, rageşî zêde dibe’
09:44 Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin
09:35 'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’
09:34 Seydi Fırat: Bi tecrîdê gelê kurd tê cezakirin
09:33 15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê
09:31 Karkerekî komirê di hezanê de mir
09:20 'Milê min tune dibên te molotof avêtiye'
09:19 'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
09:18 Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin
09:00 ROJEVA 03'Ê MIJDARA 2017'AN
02/11/2017
17:35 Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:48 Roboskiyan: Teraziya edaletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû
15:53 Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin
15:20 Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê
15:19 Rusyayê bersiva Enqereyê da
14:34 Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin
14:22 Twitterê, hesabê ANF'ê yê li Tirkiyeyê asteng kir
14:18 20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin
14:11 10 endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
13:57 Dayikên Aştiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:40 Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin
12:32 Dê doza Tuncel, Kişanak û Irmak sibê bê dîtin
12:08 Waliyê Enqereyê 3 mehên din çalakî qedexe kirin
11:53 Nexweşxaneya Cizîrê dê bê bijîşk bimîne
11:51 Rojnameger: Şahidên îfade dane angaştnameya Nedîm pûç kirin
11:51 2 cerdevan û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin
11:41 Serokê Komîsyona Mafê Mirovan çima ‘randevûya Ocalan’ îptal kir?
11:30 Operasyona 4'ê Mijdarê: Baluken bi dozgerê xwe re girtî ye
11:21 Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim
11:14 Lêpirsîna SÎHA ‘Qeba’ dîtin û red kirin
10:43 Dozgerê komarê: Me tu delîl nedît, lê ev endamên PKK/KCK'ê ne
10:24 Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
10:23 Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin
09:57 32 HES û 3 bendavên nû Wan û Geliyê Zîlan di bin avê de dihêle
09:56 Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin
09:55 'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’
09:54 'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'
09:53 Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin
09:52 Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin
09:51 Ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir
09:30 Nifşên 78'an: Tecrîda niha wehşeta salên 80’yî jî derbas kir
09:29 Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike
09:28 Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e
09:27 Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
09:26 Benlisoy: DYA nexwest Îbadî ji dest biçe
09:00 ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN
01/11/2017
18:48 Rojnameger Turfent nehat tehliyekirin
17:49 Îdîaya ‘Cenazeyên PKK'iyan bi kepçeyan ji gorên wan derxistin û birin'
17:13 Şahidan: Em Turfent nas nakin me di bin zextan de îfade da
16:30 Girtiyê nexweş Babaoglu emeliyat red kir
16:03 Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e
16:01 Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya
15:44 Di 9 mehan de 15 hezar û 647 maf hatin binpêkirin
15:32 Bang li saziyên navneteweyî kirin: Nebin hevkarê vî sûcî
15:30 1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin
15:29 Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin
15:02 ÎHD li dijî cilên yek reng dikeve tevgerê
14:52 Li Yukselê roja 358’emîn: 3 kes binçavkirin
14:51 HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin
14:30 HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye
14:21 'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
13:48 Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
13:39 Rewşenbir û nivîskaran: Kavala dîl hat girtin
13:22 Li ser malbat û girtiyan tekmîlê ferz dikin
13:20 Ranawestin ji cihê mayî dewam dikin
13:03 Operasyona TSK'ê ya li Idlibê têk diçe
12:53 ÇGD: Hûn nikarin ji nûçegihanan sîxuran avabikin!
12:47 Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû
12:04 5 cenaze li Meletiyê ten rawestandin
11:54 Ji ber 3 peyvan 11 meh ceza li Pîr birin!
11:39 Ker û lalê girtî cezayê 'Dirûşme berz kiriye' lê birîn
11:15 ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’
10:51 Polîsan li Osmaniye 3 HDP'î binçav kirin
10:40 Îlham Ehmed: Çareserî Sûriyeya Federal e
09:56 Mêrekî li Stenbolê jinek qetil kir
09:32 'Dewlet sewalkariyê tune dike'
09:21 Karsaz Kavala hat girtin
09:20 '900 DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûn, dibe êrîşan bikin'
09:19 Parêzera Kemal Kurkut xwest polîsê kujer bê girtin
09:19 Ayhan: Li Kobaniyê nirxên mirovahiyê derketin holê
09:18 Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
09:17 Kobanê remza cîhan û mirovahiyê ye