MÛGLA – Li Gerîşê, tevî “biryara rûxandinê” ya dadgeh û meclîsa şaredariyê jî dîsa RES ketin meriyetê. Li herêma Gokovayê, derket holê ku projeyeke RES’ê ku ji 750 trîbunan pêk tê heye. Parêzer Remzî Kazmaz, diyar kir ku dê bi vê projeye herêm veguhere çopgeha RES’ê.
Li Gerîşa navçeya Bodrûm a Mûglayê, Şîrketa Lîmîted a Ceryana Bayê guh neda biryara dadgehê û trîbunên bayê dan xebitandin. Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê û Meclîsa Şaredariya Bodrûmê biryara “rûxandinê dabûn”, lê belê dîsa jî trîbunên bayê yên hatin çikandin dest bi fealiyetê kirin. Tevî vê yekê li herêma Gokavayê jî derket holê ku ji aliyê Şîrketa Anonîm a Enerjiyê ya Yildiziê amadekariya Santrala Enerjiya Bayê (RES) tê kirin.
Fîrmayê dosyeya xwe ya danasînê berpêş kiriye û ji bo li herêma Gokovayê 750 trîbunên bayê biçikîne dest bi amadekrina Rapora Nirxandina Kartêkirina Derdorê (ÇED) kir. Yek ji parêzerên ku li Mûglayê pêvajoyên huqûqî yên li hemberî projeyên enerjiye bi rê ve dibin Parêzer Remzî Kazmaz, balê kişand ser zirarên ku dê RES bidin derdorê.
WÊ 750 TRÎBUNÊN DIN JÎ BÊN ÇIKANDIN
Kazmaz, diyar kir ku dê li herêma Gokovayê 750 trîbunên din jî bên çikandin û dê ev yek heta Datçayê dirêj bibe û hemû peravan bihebîne. Kazmaz, dest nîşan kir ku heke ji bo van 750 RES’an biryara “ÇED ne hewce ye” bê dayîn dê Bodrûm bibe goristan.
Kazmaz, dest nîşan kir ku ew ne li dijî enerjiya bayê ne, ew li dijî qadên ku RES lê tên çikandin tev digerin. Kazmaz, diyar kir ku li Egeyê qadên ku RES lê tên çikandin qadên jiyanê ne û ev ranta aborî ya van qadan zêde ye. Kazmaz, da zanîn ku wan li dijî RES’ên li herêma Gerîşê doz vekiribûn û bi ser ketin, lê belê dîsa jî proje hatiye sepandin. Kazmaz, diyar kir ku di raporê de ji bo RES’ê li herêma Gerîşê behsa milyonek metrekare tê kirin, lê belê niha ji bo 120 trîbunan 10 milyon metrekare hatiye îstimlaqkirin. Kazmaz, got ku li herêmê qadên SÎT’ê yên arkeolojik hene û Şûraya Dewletê biryara “îstimlaqa lezgîn” betal kiriye, lê belê dîsa jî fîrmayan raporên xwe yên ÇED’ê wergirtine û fealiyetên xwe didomînin.
WÊ GILÎ BIKIN
Kazmaz, diyar kir ku li ber destê şaredariyê walîtiyê û qeymeqamtiyê biryara rûxandinê heye, lê belê firmaya RES’an qanûnan dieciqîne û amîrên milkî yên bajêr jî li hemberî vê yekê xwe li nedîtiyê datînin. Kazmaz, got ku ew ê giliyê Şaredariya Mûgla û Şaredariya Bodrûmê bike. Kazmaz, dest nîşan kir ku wê bi vî awayî Bodrûm veguhere çopgehê.