STENBOL – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, hemû mafên wî yên neteweyî û navnetewî tên binpêkirin. Ji sala 2011’an ve parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanan pêk tînin, lê hemû serlêdanên wan tên redkirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 18 sal in di Girtîgeha Tîpa F a li Girava Îmraliyê de ye û hemû mafên wî yên netewî û navnetewî tên binpêkirin. Her wiha ji sala 2011’an ve jî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan çê bike.
PARÊZER 60 CARAN HEVDÎTIN PÊK ANÎN
Cara ewil parêzeran di 25’ê Sibata 1999’an de bi Ocalan re hevdîtin çê kir û di 11’ê Adara 1999’an de jî hevdîtina duyemîn pêk hat. Paşê gelek serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Di 31’ê Gulana 1999’an de danişîna doza ku Ocalan wek “Doza Sedsalê” bi nav dike dest pê kir û di 29’ê Hezîrana 1999’an de bi dawî bû. Bi destpêka darizandinê re astengî û sînordarkirinên li hemberî Ocalan yeko yeko hatin sepandin. Li hucreyê bi pergala kamerayê hat şopandin, her saet di mazgalê de dihat kontrolkirin û mafê wî yê telefonê yê 10 deqîqeyan bi tu awayî nehat sepandin. Rojname û kovar jî, piştî wêne û nivîsên der barê siyaseta kurd de dihatin jêkirin dihatin dayîn û li ser talîmatan tu peywirdar nikare pê re biaxive. Her wiha mafê hewadariyê jî sînorkirî ye. Parêzerên Ocalan di sala 1999’an ve 60 carî hevdîtin bi Ocalan re çê kirin.
Parêzer di sala 2000’î de 37, di sala 2001’ê de 40, di sala 2002’yan de 35, di sala 2003’yan de 21, di sala 2004’an de 25, di sala 2006’an de jî 22 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Her wiha di van salan de gelek serlêdanên parêzeran jî hatin redkirin.
Şert û mercên îzolasyon û avhewaya birutûbet, bandoreke neyînî li tenduristiya Ocalan dikin. Di sala 2007’an de hat pesendkirin ku jehr tevlî xwarina wî tê kirin û ev yek berbelavî demeke dirêj tê kirin. Di vê pêvajoyê de parêzeran 22 hefteyan nikaribûn hevdîtin pê re pêk bînin.
DI NAVBERA 2008 Û 2010’AN DE 66 CARAN SERLÊDAN HATIN REDKIRIN
Di Tîrmeha 2008’an de porê Ocalan hat jêkirin û bi îşkenceyeke fizîkî re rû bir û ma. Piştî van pêkanînan rêveberiya girtîgehê odeya Ocalan biçûktir kir. Parêzerên Ocalan di navbera salên 2008-2010’an de 66 caran hatin astengkirin. Wek hincet jî “şert û mercên neyînî yên hewayê” û “koster xerabe ye” hatin nişandan.
JI SALA 2011’AN VE QET HEVDÎTIN ÇÊ NEKIRIN
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an hevdîtina Ocalan û parêzeran hat astengkirin. Parêzer her hefte ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, lê belê bi hincetên wek “şert û mercên hewayê yên neyînî”, “koster xerabe ye” û “OHAL”ê serlêdanên wan tên redkirin. Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 700 carî serî li serdozgeriyê daye, lê belê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Parêzeran di sala 2011’an de 84 caran serlêdan pêk anîn. Ji vana 24 jê hatin qebûlkirin 60 heb jî hatin redkirin.
410 SERLÊDAN NEHATIN QEBÛLKIRIN
Di sala 2012’an de 104 serlêdana pêk hatin û ji vana 73 jê bi hinceta “koster xerabe ye”, 14 jê bi hinceta “şert û mercên hewayê yên neyînî”, 16 jê bi hinceta “keştî tê tamîrkirin” û 1 jê jî bi hinceta “betlaneya cejnê” hat redkirin. Di sala 2013’an de jî ji 102 serlêdanên hatin kirin hemû hatin redkirin. Di sala 2014’an de jî parêzeran 104 caran serî li dozgeriyê da, lê belê bi heman hincetan hemû serlêdan hatin redkirin. Her wiha di sala 2015’an de jî parêzeran 100 carî serlêdan pêk anîn, bi heman hincetên navborî ev serlêdan jî hatin redkirin.
Di sala 2016’an de jî 122 serlêdan hatin kirin û tevahiya van serlêdanan jî hatin redkirin. Ji vana 48 jê bi hinceta “koster xerabe ye”, 9 jê bi hinceta “şert û mercên hewayê yên neyînî”, hatin redkirin. Her wiha hemû serlêdanên ku parêzeran piştî hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmehê kirin jî bi “biryara dadgehê” hatin redkirin. Piştî hewldana darbeyê ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çê bikin, parêzeran 62 caran serî li dozgeriyê da lê belê hemû serlêdanaên wan bi “biryara dadgehê” hatin redkirin. Serlêdanan ku di 19-20’ê Tîrmehê de hat kirin bi bersiva “heke şert û merc pêk bên” nehat qebûlkirin û her wiha derket holê ku serlêdana ku di 26’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye kirin ji aliyê dozgeriyê ji girtîgehê re nehatiye şandin.
Ji Çileya 2017’an ve parêzeran 84 caran serî li dozgeriyê da, hemû serlêdan bi hinceta “biryara dadgehê ye” hatin redkirin.
MA/Sadiye Eser