STENBOL-Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili û Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Înan Kizilkaya ji girtîgehê derketin. Rojnamegeran diyar kir ku ew ne kêfxweş in û xwestin hemû hevpîşeyên wan bên berdan.
Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin Înan Kizilkaya û xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili di daninîşa dza kup ê dihatin darizandin hatin tehliyekirin û ji girtîgehê derketin. Malbat û hevpîşeyên rojnamegeran ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
'HÊVÎDAR IM HEMÛ ROJNAMGERE BÊN BERDAN’
Înan Kizilkaya li ber girtîgehê biryara tehliyeyê nirxand û got ku biryara tehliyeyê biryareke suprîz bû. Kizilkaya diyar kir ku diviya ew bi awayekî negirtî bihatanan darizandin, lê belê ew bi awayekî girtî hatine darizandin û ev yek bi tena serê xwe modeleke cezayî ye. Kizilkaya, got ku hêvîdar im ev biryara ji bo yên doza Rojnameya Cumhuriyetê jî bê dayîn û wiha axivî: “Lê belê ew îro nehatin tehliyekirin. Hêvîdar im ew û hemû hevalên me yên rojnameger ên girtî bên berdan.”
Kemal Sancili jî wiha got: “Mixabin em ji ber vê biryarê ne kêfxweş in. Çimkî bi sedan girtiyên nexweş hene û me wan din av dîwaran de hişt û hatin. Ji bo vê banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”