STENBOL - Doza nûçegîhanê DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin Muhammet Dogru yê bê girtin dihat darizandin taloq bû.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin, Muhammet Dogru doza ku bê girtî dihat dîtin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê hat dîtin. Daxwaza Dogru ya rakirina kontrola edlî dîsa ji hêla dadgehê ve hat redkirin.
Dadgehê rûniştin taloqî 8'ê Çileya 2018'ân kir.