WAN – Halîme Candemîr a ku mala wê ji aliyê leşkeran ve hat şewatindin û dema xwest vemirîne qeyrana dil derbas kir û li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat derxistin.
Li gundê Meletopuz a bi ser navçeya Qelqeliya Wanê ve di 26’ê cotmehê de leşkeran bi ser gund ve girtibû û mala Îsmîal Candemîr şewitandibû. Dayika Candemîr, Halîme Candemîr (83) a ku xwest şewatê vemirîne qeyrana dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dihat dermankirin. Candemîr a ku 5 rojan li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat derxistin û wê birin malê.