ÊLIH – Li Êlihê bijîşkê bi navê Engîn Karakuş dawî li jiyana xwe anî. Balkêş e ku di nav 24 saetên dawî de 3 xebatkarên tibê dawî li jiyana xwe anî.
Bijîşkê dil û rih Engîn Karakuş (39) ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê dixebitî li mala xwe ya TOKÎ’yên taxa Tilmerca Êlihê mirî hat dîtin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyê Karakuş ji bo otopsiyê rakirin heman nexweşxaneyê. Hat angaştkirin ku Karakuş nîşeyek “Ez ji ser êşanê aciz bûm” li pey xwe hiştiye û bi riya rih di astek bilind de derman sitendiye.
Li aliyê din duh li Edenê jî Dr. Ece Ceyda Gudemek (26) nîşeyek ku êdî gelek ji kar aciz bûye û giliyê kar dike li pey xwe daniye û dawî li jiyana xwe aniye.
Xwendekara Beşa Tibê ya Zanîngeha Marmarayê Yagmur Çavuşoglu jî li Stenbolê dawî li jiyana xwe anîbû.
TTB Û SES: BILA GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) jî têkildarî saetên westandin û zêde yên xebatkarên tenduristiyê daxuyaniyên nivîskî weşandin.
TTB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li ser xebatkarên tenduristiyê tadeyek mezin heye. Saetên xebata wan gelek zêde ye û gelek diwestin. Ev saetên zêde jî dibe sedema gelek tiştên neyînî. Êdî bes e. Bila gavên erênî bên avêtin û carek din ev êş neyên kişandin.”
SES’ê jî di daxuyaniya xwe ev tişt got: “Zext û zordariya li ser xebatkarên tenduristiyê dibe sedema dawî li jiyana xwe tînin. Em dibêjin bila ev dawî be. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku demil dest tedbîran bigirin.”