WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê axivî û got: "Di hilbijartina herêmî de bila hemû kes gêzikên xwe amade bikin. Ji ber ku emê di 31'ê Adarê de hişmendiya qeyûman bimalin û bavêjin çopê û vî welatî ji vê şermê rizgar bikin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, gera xwe ya li bajarên herêmê berdewam dike. Temellî, piştî serdana navçeya Erdîşê, derbasî navenda bajêr a Wanê bû û bi gel re hatin kom bû. Temellî û şandeya pê re, di ketina bajêr de bi dahol û zirnan hatin pêşwazî kirin. Temellî dûre bi konvoyek wesayîtan a dûr û dirêj derbasî Salona Dawetê ya Qesra Spî ya gel lê kombûyîn bû. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, parlamenterê Wanê Mûazzzez Orhan, parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu û bi sedan welatî beşdar bûn.
Di civînê de destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak axivî û greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir. Karabûlak diyar kir ku ew ê xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin.
TEMELLÎ: HETA KU TECRÎD HEBE EW Ê AŞTÎ PÊK NEYÊ
Temellî li vê derê axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li girtîgehê dayî dest pê kirin. Temellî, diyar kir ku heta tecrîda Îmralî dewam bike wê aştî neyê vî welatî û wiha wiha got: "Hilbijartinên xwecihî wê ji bo faşîzmê destpêka dawiyê be. Leyla Guven 42 roj in tevî rêhevalên xwe li aştiyê digere. Ji ber ku dizane rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Heta ku tecrîd bidome, ew ê rêya aştiyê neyê vekirin. Heta ku rêya aştiyê neyê vekirin ew ê li Tirkiyeyê tu kêşe neyên çareserkirin. Îro li girtîgehan zilm û îşkence heye. Dayîka Sîsê hê jî di girtîgehê de ye. Zarokên 1 salî di girtîgehan de ne. Ev zilm e. Welat kirine girtîgeh. Ez ji vê derê silavên xwe ji rêhevalên xwe Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tûncer re dişînim. Ev desthilatdarî bi feraseta mêran êrîşî jinan dike."
‘DAWIYA FAŞÎZMÊ NÊZ E’
Temellî, da zanîn ku dawiya faşîzmê nêz e û wiha bilêv kir: "Di 31’ê Adarê de ew ê dawiya faşîzmê were. Di hilbijartina herêmî de bila hemû kes gêzikên xwe amade bikin. Ji ber ku emê di 31'ê Adarê de hişmendiya qeyûman bimalin û bavêjin ser sergoyê û welat ji vê şermê rizgar bikin. Em ê hemû qeyûman bişînin ser sergo. Qeyûm li ser 96 şaredariyên me hatine wezîfedarkirin û hemû jî ketine bin deyn. Muteahîdên nêzî xwe dewlemend kirin."
Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Desthilatdarî bi ser de êrîşî Efrînê dike. We Şengal û Mexmûr bomberdûman kir, we gelê sivîl qetil kir. We bazara firotina jinan ava kir, ma ji vêya xerabtir hê çi heye! Berpirsê vê zilmê ev desthilatdarî ye. Rêya bidawîkirina vêya jî xwedîlêderketina mafên xwe ye. Teqez em ê bi ser bikevin.”