ŞENGAL – Bira, pismamên Girzêrikî yên li dijî DAIŞ'ê şer kirin, bi şerê li dijî DAIŞ’ê tirsa ku DAIŞ'ê li ser gelê Şengalê pêş xistibû pûç kirin. Ji 7 xwişk û birayên malbata Meto yên li dijî DAIŞ'ê şerê dijwar meşandin, aqûbeta 2 kesan ne diyar e. Yên mayî jî bi birîndarî rizgar bûn.
DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran şengalî dîl girtin. Di ser êrîşa DAIŞ'ê re 3 sal derbas bûn. Ji wê demê heta niha êş û berxwedan nehatiye ji bîr kirin. Hêj tirsa DAÎŞ’ê ya serjêkirine, tecawiz û îşkenceya hovane nehatiye ji bîr kirin. Bi sed hezaran Şengaliyan şengaliyan xwe avêtin Çiyayê Şengalê. Çiyayê Şengalê bû parastgeha gelê Êzidî. Bi hezarna êzîdî jî ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin. Vê êrîşê wekî fermana 73'emîn a li dijî êzîdîyan cihê xwe girt. Çend gerîllayên HPG û YJA-Star'ê bi hawara êzîdîyan hatin û piştre Şengalî ji kuştinê rizgar kirin. Wê demê pêşmergeyên PKD'ê yên li Şengalê jî reviyan û Şengal radestî DAIŞ'ê kiribû.
Di van êrîşan de gelek çîrokên serhildanê yên êzîdiyan jî derketin pêş. Yek ji çîroka serhildana êzîdîyan ya bira û pismanên malbata Girzêrikê ye. Di fermana 73'emîn de 7 bira û pisman li Girzêrikê li dijî DAIŞ'ê di ber xwe dan û şer kirin.
Bira û Pismamên Meto yên Girzêrikê piştî şer kirin dîl hatin girtin û çîrokek berxwedanê li pey xwe hiştin. Bavê 4 zarokan Xwedêda Mezo yê 35 sasî serpêhatiyên xwe parve kirin û wiha got: "Saet 12.00'ê 3'ê Tebaxê bû. Li dervê Girzêrikê di navbera DAIŞ û êzîdîşan de şer derket. Saet di 14:20’an de şer hat ber deriyê me. Piştî şer hat ber deriyê me me jî şer kir."
Xwêdêda Meto û birayê wî Weqal, Mehmud, Evdî, pismamên wî Dewrêş di heman eniyê de şer kirin. Pismamên wî Huseyin Şemo û Ehmed Huseyin li eniyek nêzî şan şer kirin. Piştî şer kirin pismamên Meto Şemo û Huseyin dîl hatin girtin û agahî j wan nayê girtin. Xwedêda Meto bawer dike ku pismamên wî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibin qetilkirin. Ew û birayên wî jî birîndar bûn û demek şûnde birînên wan baş bû.
Meto, diyar kir ku piştî şer hat ber derî û DAIŞ'ê êrîşi wan kir, wan jî bersîv da û di ber xwe dan. "Şerê me pir dirêj berdewam kir. Me şev û rojekê şer kir. Roja din Hammer hatin. Wan bi Hammeran êrîş dikir, me jî bi keleşan bersîv dida. Hammer heta ber mala me hatin. Piştî vê yekê me kozik berdan û em hatin ketin malên xwe. Di şer de ez birîndar bûm. Min li malê jî demekê bi wan re şer kir. Me di hundirê xwe de di derî û şibakeyan de gule davêt wan. Ez ji dest û milê xwe bi kanasê birîndar bûm. Min gelek xwîn winda kir. Min got ez dê bimirim."
Di şer de li gel Meto birayê wî jî birîndar bû, lê dîsa şer kir. Piştî derfetên wan ên şer neman xwe veşartin. Meto anî ziman ku piştî birîndar bû daket qata jêr û dît ku birayê wî jî birîndar bûye û wiha got: "Birayê min got dema tu mir bila Tavus-ê Melek bi tere be. Te ji bo baweriya xwe li dijî dijminê xwe şer kir." Piştre me dît ku hemû kozik hatin xistin û derfetên me yên şer nemam me xwe veşart. Me xwe li qada jor veşart. Piştre hatin qada jêr lêgerîn kirin û çûn."
Meto destnîşan kir ku DAIŞ'ê xwestin serê birayekî wî jêkin, lê piştî ji eşîra Arap Xatunî ketin navberê destûr nedan ku ser jê bikin. Hemû mintixa başûr û bakurê Şengalê ketibû destê wan. Pîra min dayika min û birayê min ji malê derketin û gotin 'Em diçin. Dema em kuştin xwe nedin xuyakirin. Ger ku em nekuştin hûn jî dikarin derkevin. Demek şûnde bang li me jî kirin. Ji ber ku birayê min li ser navê ‘Muhammed' şehadet neanî xwestin wî bikujin. Ji ber birayê min got îmamê min Tavusi Melek e xwestin wî bikuje. Ji ber ku eşîra Xatu ketin navberê nehiştin birayê min bê kuştin.
JI BO MAŞÎNE DENG DERNEXE ME HEZAR METRÎ DAHF DA
Meto, destnişan kir ku DAIŞ'ê li ber deriyê her malekê mirovekî xwe danîn û gotin 'Yên ji malê birevin em dê serê wan jêkin' û wiha got: Em ji tirsa nikaribûn ji malên xwe derketina. Em du roj û 2 şevan di malên xwe de man. Ez û birayê xwe birîndar bûn. Rojekê nîvro ku kes tune bû ez ji malê derketim. Piştî min dît kes tune me ji malbata xwe 24 kes li erebê kir, erebe herî kir û em ji malê derketin. Ji bo maşîne deng dernexe me kîloteryekê erebe dahf da. Em di 8'ê tebaxê de gihiştin çiyayê Şengalê. Piştî em gihiştin çiyê di 10'ê Tebaxê de şervanên HPG’ê û YJA-Starê bi hawara me hatin. Piştî ku korîdor vekirin em çûn Zaxo. Em vegeriyan li Kampa Serdeşt bi cih bûn. Birayê min Evdî ji çavê xwe birîndar bû. Ji ber ku birayê min nekaribû dermam bibe çavê xwe winda kir.''
Meto ku niha li Kampa Serdeşt dikan vekiriye bi dikanê debara xwe dike. Meto anî ziman ku 3 salin li vir e û wiha got: "Her çend li vir jiyan zor û zahmet be jî em êdî natirsin. Êdî çi dibe bila bibe em dê heat dawî li dijî wan şer bikin. "
MA / Selamî Aslan